Friday 21 April 2017

TÊKBIRINA ROMANIYAN Û FETİHA MEKKEYÊ

This post is also available in: English, German, Albanian, Turkish

2-Romanî têkçûn.

3-Di cihê Dinyayê yê herî nimz de.

Lê ewan piştî têkçûnê dê têkbibin

4-Di nava sê neh salan de. Pêşiya vê jî, paşiya vê jî ferman ya Xuda ye.

Wê rojê dê mirov dilşad bibin.

30- Sureya Rûmê 2-4

 

Dewrê ayetên Qur’anê hatîn darxistin; Romanî (Rum) Xiristiyanbûn, digel Pers (İranî) ji Xuda re şîrk dikirin (perestina agir). Şerê di navbera Romanî û Persan de borî têkbirina Persan dilê Mislimanan êşandibû ji ber ku Xiristiyanan jî ji yek Xudayî bawer dikir. Têkçûna civakeke ji Xuda bawer dike mehdê hemû kesî xerakiribû. Li ser vê rewşê Qur’anê migînî daye û gotiye: Dê Romanî (Bîzansî) di wextek nêz de têk bibin, mirov li ser vê rewşê dê keyfxweş bibin. İfadeya “bidi sînîn” di ayeta çaremîn de dibore hejmarên neqeba sê û nehê îfae dike. Di Erebî de ji bo hejmarên yekane cuda, ji bo hejmarên cot cuda, ji bo hejmarin ji dehê zêde cuda îfade tên karanîn.

Ji roja ewil Hz. Muhemmed bi dest îlankirina dîn kirî heya îro kesên jê bawer kirîn çêbûne û her zêde bûne. Eger ev îfadeya Qur’anê xelet derketa, bêguman li hemberê Qur’anê û Hz. Muhemmed dê ewlehî kêm bibûya, gelek kesan ji dîn bawer nedikir. Yanî Qur’an, ji bo mirovek zen dike ku ne wehiya Xudaye, di Qur’anê de der heqê dahatûyê anîna agahiyek bi vî awayî, ji tevahiya sîstemê re tiştek xeter e. Eger agahî xelet derketa tiştên Pêxember winda bikirana dê ji tiştên rastiya agahiyê de tiştên Pêxember dest bixistana dê zêdetirbûna. Lê xwediyê vî dînî Xuda ye, yê ev mizgînî dayî jî Xuda ye. Ji ber vê tu xeter tune û tu pirsgirêk jî çênebûye. Ewlehiya wê civaka biçûk li Qur’anê qet xilas nebûye û di demek kurt de herem bi kêsên bawermend re tijî bûye.

EV Çİ WÊREKÎ YE!

Ev çi wêrekî ye, ev çi ji xwe bawerî ye, ev çi agahdar kirinek bêteredûtî ye! Wêrekiyek bi vî awayî an wêrekiya agahiyek bilind e, an jî mîna, nezan wêrek dibe, wêrekiya nezaniyê ye. (Encam îspat dikin ku kîjan jêderk rats e.) Kesên nizanin ev agahî wehiya Xuda ye, zen dikin ku ev agahî dê sîstemê bêxe xeterê. Ji xwe ev agahî, mizgîniya tişta çêbûna wê zetmet e. çimkî tê gotin ku dewletek şer winda kirî dê li hemberê civaka demek nêz winda kirî şer qezenc bike. Ji îfadeya “bidi sînîn” tê fêmkirin ku dê ev bûyer navbera sê û neh sala derkeve holê. Ev agahî derew derketa, hem dê baweriya mirovan derb bixwara, hem jî dê palpişteke ya kesên şîrkê Xuda dikin çêbûya. Halbûkî dîrok şahide ku; kesên şîrkê Xuda dikin her çiqas li hemberê Pêxemberê me îthamên mîna dîn, efsûnker, menfeetperest çêkirbin jî tenê kesekî negotiye; “Ev tişta Pêxember gotî xelet derket, ev soza Qur’anê çênebû,” ya rats nekarîne bibêjin. Halbûkî ew kesên şîrkê Xuda dikin zêde muhtacê palpişteke vî awayî ne. Bi şûran re şerkirin û kuştina Pêxember û kesên bawermend riyek zehmet bû. Eger mimkun bûya ku kesên şîrkê Xuda dikin dijê dîn palpiştên vi awayî derêxin holê, şuna mîna şer riyek zehmet dê ev biceribandana. Bijartina riya zehmet dide nîşan ku ne xwediyê kozek bi vî awayî ne. Hemû palpiştên Qur’anê derketine û di vê xalê de kesên şîrkê Xuda dikin jî tu îtîraz nekirine. Çawa ku îro digel gelek mucîzeyên Qur’anê û tu pirtûkên alternatîfê Qur’anê, tu sîstem nikarin derkevin û hêca kesên bawermend hebin û dê hebin, vê dewrê jî wisa çêbû ye, digel her cure palpiştan kêsên bawer nekirîn çêbûne. Lê ev kesên nebawer, nekarîne bibin asteng ku hêca Pêxemberê me dijê Qur’an li wê heremê serdest bibe.

HÛNÊ MEKKEYÊ FETH BIKIN

Xuda teqeze dike ku xewna qasidê Wî dîtî rast e. Xuda bixwaze, hûnê di nav ewleyiyê de serê xwe kur kirî, kurt kirî bêtirs bikevin di Mescîd-î Haramê de. Ji ber ku tiştê hûn nizanin Ew dizane pêşiya niha fetîhek nêz da hewe.

48-Sureya Fetihê 27

Xuda, di Qur’anê de dibêje ku; dê xewna Pêxember tegez bibe û dê şikleke por hatîn kur kirin an jî kurt kirin dê bikevin Mescîd-î Haramê (Cihê ibadeta Hecê çêdibe). Ev mucîzeya Qur’anê jî, mîna ayeta me di vê beşê de lêkolayî dibêje Rum piştî têkçûnê dê têkbibin, ev jî mucîzeyek der heqê agayiyên dahatûyê ye. Em dizanin ku Pêxemberê me û bawermend ji Mekkeyê hatine qewirîn, di serî de Mekkeyî wek hêza hejmarî û leşkerî serdetbûn, bewermend mecburê hîcretê (koçê) hatine kirin.

Gelek Pêxemberan, dîn û herema dîn lê belav dike hêca serdest nebûyî wefat kirine. Eger mizgîniya Qur’anê tunebûya Pêxemberê me nizaniya dê Mekkeyê feth bike û di vê mijarê de nikariya îdîayekî bike. Ev bûyera Pêxember di serî de xewna xwe de dîtî, bi ayetên Qur’anê re guheriye mizgîniyekî û mirovan axa jê gewirîn, ji ber qelsiya xwe neçar mayîn ji dev berdayîn şunde standine. Mîna van ayetên Qur’anê, ayeta dibêjin ku dê Ebu Leheb bibe Misliman (Sureya 111.) jî mucîzeyî ye. Tê zanîn ku gelek kesên mîna Ebu Sûfya, Vahşî di serî de Pêxemberê me re şer kirîn paşê bûne Misliman. Eger Ebu Leheb paşê bibûya misliman an jî wek misilman rol bikira (Ji bo ayetên der heqê wî derew derkevin.) dê agilê gelek kesan tevlîhev bikira.

Ev ayetên Qur’anê hemû yên bi dahatûyê re têkildar, bêendîşetiya, ewleyiya, biîdîayiya îfadeyên di Qur’anê de dide nîşan. Endîşeyên gava pirtûkek bi destê mirov re tê nivîsîn werin dîtin gava Qur’an hatî nivîsandin nehatine dîtin. Ev palpişte ku Qur’an ne aliyê mirovekî ve hatiye nivîsîn, wehiya Xudayê dahatûyê baş zanê ye.

 

AMÛRÊN NÛ YÊN GIHANIYÊ

Ji bo hûn siwar bibin û wek xeml hesp, hêstir û ker afirand.

Û gelek tiştên hûn nizanin dikare biafirîne.

16-Sureya Nehlê 8

Xuda dema amûrên gihaniyê yên di rabirdûyê de afirandîn dijmêre, dibêje ku “Ezê amûrên gihaniyê ku mirovên wê dewrê nizanin biafirênim.” Di dinyaya nûjen de kesên wek me girîngiya amûrên gihaniyê yên mîna balefir, trên, erebeyê dizanin sedemê bal kişandina Qur’anê ya afirandina amûrên gihaniyê yên nayên zanîn jî hêsanî fêm dikin.

Me ev pirtûk ji te re wek bikîtekît daxuyankerê her tiştî, wek veguhêzerek rastiyê, wek rehmetekî, ji Misilmanan re wek mizgînîyekî darxist.

16-Sureya Nehlê 89

 

 

Leave a Comment