Wednesday 20 September 2017

SUREYA MOZA HINGIV TÊ VEGOTIN

This post is also available in: English, German, Albanian, Turkish

Di Qur’anê de em dibin govan ku şikleke ji hemû ajalê din taybettir behsa “moza hingiv (nahl)” tê kirin. (Beşa yekemîn ya pirtûkê em li ser vê mijarê sekinîbûn.) Di Qur’anê de ji ajalan gelek mînak tên dayîn, lê du ayeta pişt hev behsa tu ajalê nayê kirin. Numareya sureya di Qur’anê de behsa moza hingiv dike 16 e û ev sure wek Sureya Moza Hingiv (Nehl) tê binav kirin. Aha numareya vê sureyê û hejmara kromozomên moza hingiv yê nêr yeksan e. Hejmara kromozomên moza hingiv ya mê jî (2n) e yanî (16×2=32) ye. bi vî awayî numareya rêza vê sureyê bi hejmara kromozomên moza hingiv re têkildar e. Hejmara kromozomê mîna numareya atoma elementekî ye, qet naguhere. Hemû cihên dinyayê hejmara kromozomên moza hingiv yê nêr 16 e, digel hejmara her moza hingiv ya mê jî (16×2) ye. Ji bilî vê hejmara ayetên vê sureyê 128 jî yeksanê, 8 qatê hejmara kromozomên moza hingiv yê nêr 16ê ye, 4 qatê hejmara kromozomên moza hingiv ya mê 32yê ye. Bi vî awayî hejmara ayetên vê sureyê jî bi hejmara kromozomên moza hingiv re rêjedar e.

Di nava vê sureyêde ayetên behsa moza hingiv dikin ayetên 68. û 69.in. Ayeta 68. ku cara ewil behsa moza hingiv dike ji 13 peyvan pêk tê. Eger em ji serê sureyê heya peyva “Moza Hingiv (Nahl)” di vê ayetê de dibore hejmara peyvên hatîn karanîn bijmêrin emê 884’ê bibînin. Li gor hewe dibe ku ev hejmar hejmarek ji rêzê be? Elbet ku ne ji rêzê ye, ev

hejmar yeksanê lêkdana numareya ayeta ev peyv dibore (68) û hejmara peyvên vê ayetê (13) ye (68×13=884). Tenê di pirtûkekî de kom bûna ev taybetiyên behsa wan tê kirin li gor we dibe ku tesaduf be? Mucîzeyên Qur’anê yên matematîkî şiklên cuda xuya dibin.

 

Sureya Moza Hingiv (Nehl) ku behsa moza hingiv dike sureya çedemîn e? 16
Sureya Moza Hingiv (Nehl) ku behsa moza hingiv dike çend ayet e? 128 (16×8)

 

Hejmara kromozomên moza hingiv yê nêr çendin? 16
Hejmara kromozomên moza hingiv ya mê çendin? 16×2

 

 

 

Leave a Comment