Tuesday 21 November 2017

RAWESTA DI DİWARÊ MALZAROKÊ DE DALEQANDİ

This post is also available in: English, German, Albanian, Arabic, Bosnian, Turkish

13- Paşê Me ew cihê biryareke qayîm anî halê dilopekî.

14- Paşê Me ew dilop vegugerand tiştek daleqandî were girtin.

23- Sureya Mu’mînûnê 13-14

 

Erebiya peyva Me di wergera ayetê de wek “tişta daleqandî tê girtin” wergerandî “alak” e. Di Erebî de wateya bingeh ya vê ayetê “tişta daleqandî, tişta tê girtin” e. Ji ber vê bi vê wateyê re wergerandina ayetê wergera herî rast e.

Di dewra Pêxemberê me jiyayî de embriyolojî ne bejek yê zanistiyê bû. Ji ber vê termînolojiya der heqê embriyolojiyê jî tunebû. Qur’an, ji peyvên dewrê hatî darxistin mirovan kar tanîna, yên rewşa embriyoyê herî xweş terîf dikin re merheleyên embriyoyê rave dike. Zîgota dilopek biçûk tê avêtin malzarokê, dewrên ewil dîwarê malzarokê ve “daleqandî xwe digire.” Aha Qur’an, ravekirina vê bûyera “daleqandî xwe girtin”ê re merheleyekî afirina me de dewrê hatî darxistin nahata zanîn daxuyan dike. Ji ber vê peyva “alak”ê dijê wateya bingeh şiklê “embriyo” wergerandin, hem tê wateya ne gor wateya esil wergerandin, hem jî nedana îşareta zirav ya ayetê. Mîna “xwînpere” wergerandina ayetê jî dijê wateya bingeh ya ayetê û îşareta ayetê ye. ji ber şêweya zeliqok ya xwînpere dibe ku hûn bibin govanê wateyên çewt. Sedemê vê kesên wateya ayetê fêm nekirîn lêanînên xwe dikin nava wergerê.

Ji bo piştî darxistina Qur’anê sedan sala jî di malzaroka dayikê de merheleyek “daleqandî xwe girtin” nahata zanîn, peyva “alak”, dijê wateyên bingeh wateyên cuda dane vê peyvê. Lê pêşveçûna zanista embriyolojiyê re rastî jî, mîna wateya bingeh ya Erebî ya “alak”ê merheleyêk di malzarokên dayikên xwe de borindina me danî holê.

 

DI TARIYÊN DİROKÊ DE RONAHIYA QUR’ANÊ

Em berhemên hemdemê Qur’anê, berhemên pêşiya darxistina Wê hatîn nivîsandin an jî berhemên sedsalên piştî darxistina Wê hatîn nivîsandin lêkolin, emê bibin govan ku di der heqê çêbûna mirovan de tim agahiyên xelet derketine holê. Serdema Navîn mîtolojiyan û spekulasyonên bêbingeh di vê mijarê de xwe dane nîşan. Di sala 1651î de fikra Harvey ya “Her tişta dijî ewil ji hêkekî pêk tê û embriyo bi merheleyên qisim qisim re pêk tê”, di diroka zanista embriyolojiyê de bûye merheleya bingeh. Di sedsala 17. de ji îcada mîkrosqobê sûd dihata girtin, hêca beramber rolên hêk û spermê dihatana nîqaşkirin. Zanyarê xwezayê yê mezin Buffon refa “Ovîstan” cih digirta. Bonnetê heman refê de cih digire, teoriya di nav hev de gilorbûna tovan diparasta: Li gor teoriyê, hemû dolên mirovên demên pêş werin dinyayê şikleke di nav hev de gilorbûyî di hêkdanka dayika mirovahiyê Hewwayê de hebû. Vê teoriyê di sedsala 18. de gelek îtibar dîtibû.

Prof. Dr. Maurîce Bucaîlle yê ahenga di navbera Qur’an û zanistê de keşfkirî û bûyî Misilman piştî van agahiyan dide şîroveya xwe vî awayî dike: “Hezar sal pêşiya sedsala 18. ku hêca van doktrînên xiyalperest îtibar didîta, mirovan Qur’an nas nekiribûn. Agahiyên wê yên der heqê çêbûna mirovan, di nav têgînên xwerû de rastiyên bingeh îfade dikir ku, dê mirovan ji bo keşfa van sedsalên xwe bidana.” Digel Keîth Moore yê li Kanadayê di Zanîngeha Torontoyê de profesor gotî; tiştên Qur’anê li ser embriyolojiyê gotîn, bi zanîna mirovekî re di sedsala 7. de ne mimkune werin gotin, kurtasî wisa dibêje: “Tiştên li ser geşedana mirovan Qur’an dibêje ne mimkunbû di sedsala 7. de werin gotin. Sedsalek pêşiya vê jî ev agahî baş nahatana zanîn. Em van ayetan ancax niha baş fêm dikin, çimkî geşedana embriyolojiya nûjen derfetê daye ku em van ayetan fêm bikin.”

Rastî jî qava em dîrokê lêdikolin, çavkaniya geşedana mirov ya zikê dayikê de bêzeletî dide tenê Qur’an e. Mînak em ayetên me di vê beşê de lêkolayîn, ku dibêjin mirov ji merheleyek di malzaroka dayikê de “dalegandî xwe digire” dibore, bigirin dest. Di dîrokê de Ji bilî Qur’anê çavkaniyek ev agahî ravekirî tune. Ancax îcat û pêşveçûna mîkroskobê, bi alîkariya pêşketina fîzyolojî, anatomî û embriyolojiyê re mirovahiyê ev agahî demek nêz di platforma zanistî de hîn bûye.

 

Aha evan palpiştên Xuda ne. Em van ji te re wek rastî dixwînin.

Nexwe ev piştî Xuda û palpiştên Wî baweriyê kîjan peyvê tînin?

45- Sureya Casiyeyê 6

 

PALPIŞTÊN DI MERHELEYÊN EMBRIYOYÊ BORANDİN DE

Sprema nîvê xwe yê din di hêkê de dibîne, ji tupê follopê aliyê malzarokê ve diçe. Embriyo di vê rêwîtiya xwe de di tupê follopê de tu derî nagire. Embriyo aliyê malzarokê ve diçe, qava digihîje malzarokê jî heremek demarên xwînê zêde dizeliqe û disekine. Êdîn merheleya Qur’anê jî behskirî “alak” yanî “daleqandî xwe digire” dest pê kiri ye.

Çawa çêdibe ku, ev koma hucreyên bâqil û bêhêz aliyê cihê ji bo xwe herî lêhatî, heta tenê lêhatî ve diçe yanî diçe malzarokê? Çawa çêdibe ku, embriyo qava tê malzarokê mîna zîroyekî dizeliqe malzarokê û ji bo mezinbûnê tişpên jê re pêwîst ji vêderê distîne? (Wateyek ya peyva “alak” jî zîro ye.) Evan hemû palpiştin ku, dema Xuda em afirandine her merhele bi hesabek zirav re nexşe kiriye. Kesên vê pergala têkûz ne wek berhema Xuda dibinin, dê bikevin kenaweriya girêdana van pêkhatinan bi tesadufan re an jî meharetên bilind yên embriyoyê.

Di merheleya embriyoyê ya “alak” de daleqîn û xwe girtina dîwarê malzarokê bi sîstemek têkilhev re mimkun dibe. Embriyo ji bo bikaribe tebeqeya asîdê ya di diwarê malzarokê de parçebike emzîmekî avzê dike. Bi saya vê emzîmê, mina nebatekî kokên xwe dike nav axê embriyo jî xwe li diwarê malzarokê digire. Edîn embriyo pêdiviyên xwe ji vê noqtê distîne. Hemana hiyalurînîdaza ya embriyo avzê dike, şêweya hiyaluronîk ya di dîwarê malzarokê de xiradike bi vî awayî vê têkilhevbûnê mimkun dike.

Keşfa embriyoyê ya cihê daliqe û xwe bigire, mîna perverdehiya kîmyayê ditî ji bo xwe li vê noqteyê girtinê hereketên embriyoyê palpiştên nexşeyekî mezinin. Hucreyên embriyoyê di malzaroka dayikê de ev qas karên têkûz dertêxe holê ku, kesê li ser van lêkolîê bike dê zen bike ku ev hucre heyberên xwediyê aqilek bilind in. Ji Zanîngeha Purdue jiyannas Laurîe Iten ji van hereketên hişmend yên hucreyan şaş maye û wisa gotiye: “Em bawer dikin hucre bi hev re diaxivin. Ew ne bêziman in.”

 

  1. Bi navê Efendiyê afirîner re bixwîne.
  2. Wî, ji tişta daleqandî xwe digere mirov afirand.

96- Sureya ‘Eleqê 1-2

 


 


 

Leave a Comment