Tuesday 21 November 2017

QULÊN REŞ: SONDEK MEZIN

This post is also available in: English, German, Albanian, Arabic, Bosnian, Turkish

 

75- Nexê, ji cihên (ji mewkiya wan re) stêrk ketîn re ez sond dixwim.

76- Ger hûn bizanin, rastî jî ev sondek mezine.

56- Sureya Waqî’eyê 75 – 76

 

Di ayeta 75. de erebiya îfadeya ji bo stêrkan me wek “cihê ketînê” wergerandî peyva “mewkî”ye. Heman peyv 18- Sureya Kehfê di ayeta 53. de dibore û wê derê jî ji bo îfade kirina ketina suçdarên di bihûştê de “ketinê” tê bi kar anîn. Koka vê peyvê erebî “vakaa” ye û di Qur’anê de ketin di wateyên; “vakî bûn, pêk hatin”ê de tê bi kar anîn. Stêrk di qelefeta xwe de bi teqandina bombeyên hîdrojenê re dijîn. Di van teqîna de hinek hêman vediguherin enerjiyê û germayiyek zêde derdikeve holê. Bi şewitandina du milyon komir re enerjiya hûn dest bixin veguherandina tenê ji gramek hêman hûn dikarin dest bixin. Wek mînak di tava me ya stêrkek nîv bejn de her saniye çar milyon kîlo hêman vediguherin enerjiyê. Yanî di demek kurt wek saniyekî de heşt milyon car hemtayî trîlyon ton komirê germayî derdikeve holê. Stêrkek ji hêmana xwe hinekî wek sotemenî kar tênê û ev sotemenî dema xilas dibe stêrk jî dimirin. Bûyîn û mirina Xuda ji bo candara ecibandî ji bo stêrkan jî ecibandiye. Teqez dawiya her stêrkê heye.

 

KETINA STÊRKAN Û SONDA MEZIN

Di Qur’anê de ser gelek heyber û bûyeran sond hatiye xwendin û bal hatiye kişandin. Her çiqas cihê stêrk dikevine bi vî awayî bal werê kişandin jî, di ayetên eleqedar de rewşek taybet jî pêk hatiye. Piştî ayeteke ji cihê stêrk ketîn re sond tê xwendin bi gotina; ev sond sondek mezine re rewşek taybet pêk hatiye. Lewra, digel di Qur’anê de vî şiklî gelek sond hebin jî tenê vê derê bal hatiye kişandin ser meznayiya vê sondê. Qederek di şûn de emê di mirina stêrkên sotemeniya xwe xilas kirîn de derketina nirxên hejmarî yên ewreng bibînin. Qismeke ji nirxên hejmarî yên herî mezin yên Gerdûnê di mirina stêrkan de derdikeve holê, ji xwe di ayetê de jî bi gotina; “Ger hûn bizanin, rastî jî ev sondek mezine” re nîşan dide ku çiqas wateyî û cîh de ye. Hemû kesên bi fizîkê re mijûl dibin dizanin ku bûyerên balkêş di Gerdûnê de yek jî qulê reşin. Stêrkên mezin (Yên ji tava me 3 qata zêdetir mezin) temenê xwe wek gulêk reş temam dikin. Ev stêrkên enerjiya xwe xilas kirîn şikleke dijwar diqermiçin. Stêrka dew ya diqermiçe hecmek zêde biçûk, xwediyê tîrayî û hêzekêşek ewreng e. Ev hêzekêş ewqas dijware ku tîrêja di saniyê de 300 kîlometre hereket dike jî ji vê hezekêşê xilas nabe, ji ber ku qulên reş tîrêjên nezikê wan re jî diborin dadiqurtênin. Ev hêzekêş ketina stêrkek ser xwe (qurmiçandin) re pêk tê; lê, piştî vê gelek gerstêrk, gelek stêrk jî dikevin qada vê kêşa dijwar. Yanî gulên reş dibin “qada ketinê” ya di dijê xwe de jî. Hebûna qulên reş bi teleskopan re jî xuya nabe, hêmana stêrkên li derdorê mîna anafora kişandina di nava xwe de; daqurtandina ji tîrêjên, stêrkên li derdorê tê fêm kirin.

Qulên reş yên xwedî hêzekêşek ewreng ku bi hilweşîna stêrkan nava xwe re pêk tên û piştre stêrkên din jî dikişînin û têxin di nava xwe de, Sureya Waqî’eyê bi ayetên 75., 76. re lihevkirînê dide nîşan. Di dewrên Qur’an hatî daxistin de dawiya stêrkan, bi dawîbûna stêrkan re derketina qulên reş û girîngiya wê nahata zanîn. Dema stêrk dawî dibin veguherîna wan ya qulên reş jî, merheleyên jê borîn jî pir balkêş e.

Hinek stêrk bi pevajoyên ecêb re dawî dibin. Hinek ji van dema sotemeniya xwe xilas dikin mezin dibin, dinepixin û dipişpişin. Germayiya ewil hing 15 milyon rade bilind dibe, hinge 100 milyon rade bilind dibe û stêk dibe dewê sor an jî dewê super. Qada dewek super verdigire ewqas mezine ku mîna Tava me 60 milyon liba zêdetir dikare bike di nava xwe de. (Tevayiya van mezinayiya, mîna mezinayiya kişandina qulên reş “mezinayiya” Sureya Waqî’eyê di ayeta 76. de tê nîşan kirin tînê bîra me.) Hinek dewên sor asê dibin û dibin cuceyê spî û giraniya parçeyek hur yên van hinge bimîlyonan kîloye. Digel stêrkên mezintir vediguherin stêrkên norton (pulsar). Di stêrkên norton de hêman zêdetir tîr e, di vê dê hinge kevçiyê çayê hêman qas milyar ton heye. Gava ev bûyerên erjeng di Gerdûnê de çêdibin, em di Dinya xwe de ji teqînên erjeng jî, ji kişandinên derasayî jî, ji kelînên germayiya wan bilind jî zerarê nabînin û em xwarina xwe dixwin, radizin, werzîşê dikin, dibezin, civat digirin… Kurtasî em dijîn, ya rastir tên jiyandin. Di şikleke zêde têkûz de û bi hesabek zêde zirav re…

 

Leave a Comment