Thursday 27 July 2017

PÊKHATINA HESTIYAN Û BI GOŞT RE RAPÊÇANDINA WAN

This post is also available in: English, German, Albanian, Arabic, Bosnian, Turkish

Paşê Me ew dilop veguherand tiştek galeqandî xwe digire.

Paşê tişta daleqandî xwe digire, Me kir halê parçeyê goştê yek parî.

Paşê parçeyê goştê yek parî, wek hestî Me afirand.

Paşê Me goşt li hestî kir.

23- Sureya Mu’mînûnê 14

 

 

Hestiyan jî birêne. Çawa Em wan serast cihdikin û

paşê jî Em goşt li wan dikin.

2-Sureya Beqereyê 259

 

Îfadeya “goştê yek parî” di wegerê de dibore, Erebî beramberê peyva “mudxa” ye. Digel îfadeya “goşt” ku dema goştê li hestî dikin tê kirpandin dibore di ayetê de îfadeya “lahm” re tê vegotin. Ev biwêj “goştê tipteze” dikirpîne. Xêzkirinê binê vê qetînê de feyde heye.

Embriyo di destpêkê formê bêhestî “goştê yek parî” de ye. Vehûna kirkirk ya di embriyoyê de, mîna di ayetê de jî tê gotin paşê dibê hestî. Cardin mîna ayet dibêje piştî dest hestîbûnê dike lemlatên goşt pêktên û hestiyan dipêçin. Peyva “lahm” ya di ayetê de dibore ji bo “goştên lemlatê” tê karanîn. Ji vê rêza pêkhatinê, ku Qur’an pêşiya 1400 sala agadar dike, zanistî heya demek nêz bêxeber bû. Zen dikirin ku hestî û lemlat li rex hev pêktên.

Mîkroskopên pêşveçûyî û mîkro qemerayên diçin nav zikê dayikê, mafdariya Qur’anê carek din şanî dane.

 

XULQA TÊKÛZ YA İSKELETÊ ME

Ayeta me ji Sureya Beqereyê jê wergirtî, pêşiya kirpandina bi lemlatan re pêçana hestiyan bal dikişîne şêweya îskeletê me û me teşwîk dike ku em vê şêweyê lêkolin. Gava em vê ayetê bixwînin, li rex mucîzeya zanistî ya di Qur’anê de, mucîzeya xulqê ya Xuda di laşê me de pêkaniyî jî di konteksta hestiyên xwe de em bifikirin.

Îskeletê me ewrengiyek yê endezyariyê ye. 206 hestiyên li gor pêdiviya me hatîn amadekirin pêktê. Îskeletê me, kabik û keziyan hev digire. Ji bo xweavêtin, bez, xwarbûn, runiştin û hereketên manendê van hatiye pîvan, li gor pergalekî hatiye çêkirin. Di her hereketa xwe de em bêhayê xwe, bêzehmet îskeletê xwe kar tînin. Bi saya îskeletê xwe jiyana xwe ya rojanê didomînin. Wek mînak birênin qava em rûpelê vê pirtûkê dizivirînin em çend kabikê xwe kar tînin: Mil, enîşk, zend, û tilîyên xwe her yekî çawa hêsanî, şikleke li hev re biaheng kar tînin. Hem jî hayê me jê çênabe ku em îskeletê xwe kar tînin…

Ev avayiya mîmarî ya bêhempa hewe bivê çavê endezyarî, hewe bivê jî çavê bijişkî lê binêrin, hûnê bibînin ku beramberê vê avayîyê tiştê hûn dizanin çiqas hindikin. Îskeletê me ji lapê me re paldank e, şikleke têkûz lebatên me diparêze, têkiliya sîstemên lemlat û betanê pêk tîne û di hereketên laş de peywira herî girîng digire ser xwe. Her parçeyê îskeleta me peywira

xwe ya cuda şikleke têkûz tîne cih. Mîna di qoqê serî û hestîyê leganê de cihên hereketên hestiyan bimezhur kabik westarin. Cihên mîna kemax û mil pêdivî hereketan heyî kabik dilîzin. Hestiyên girêçikên stu, şikleke serê me li dora xwe bikaribe 180 pîle bizivire hatine afirandin. Saya vê ji bo em jêr, jor û her du aliyên xwe bibînin ne hewceye em laşê xwe hemûyê bizivirînin, tenê zivirîna serê me têrê dike. Hestiyên nêzikê cihê lebatên me yên mîna pişika spî û dil van lebata dispêrin û şiklexe xebata van lebata asteng nekin hatine afirandin…

Stûnê û beştên avayiyeke beton li ser piya disekinînin çibin, sîstema îskeletê ya mirov li ser piya disekinînê jî ew e. Ancax noqteya mirovê difikire şaş dihêle; her çiqas di avayiyên nûjen de sîstema îskeletê ji % 60-70ê giraniyê pêk tîne, lê îskeleta mirov %15ê giraniya mirov pêk tîne. Digel hêza qayîmiya vê îsnkeleta sivik zêde bilind e. Mînak hestiyê hêtê şikleke tîkane giraniya hinge tonekî dikare hilgire. Pîvana sexlemî û vezelokîtiya di hestiyên me de têkûz e…

Sîstemek ya donekîbûna îskeletê me heye ku, tenê ji bo detayên vê sîstemê rûpel têra me nakin. Her kabika di lamşê me de bi donên taybetmendiyên vê ji bo xwe pêvîst re biserûber xwe don dike. Di her hereketa me de li ser hev hereket kirin û peritîna girêçikên delk dikin kirkirkên qayîm ji wan re dîsk tê gotin asteng dikin. Ev jî beşek din ya pergala xulqa me ye.

Ev agahiyên me, qismek hindik jî xulqa ewreng ya îskelet bi gotina di Sureya Beqereyê ayeta 259. de “Hestiyan jî birêne…” re, şanî dide ku çima berê me dide îskeletê me. Gava di zikê dayikê de goştê yek parî vediguhere hestiyan, ev xulqa me ya têkûz dest pê dike. Pişre avayiya lemlata me ku hinge vê sîstemê ewreng dê dest pê bike.

 

Xuda dizane her mê hemîleyê çiye, malzarok çi zêde dikin, çi kêm dikin.

Di tebeqeya Wî de pîvana her tiştî heye.

13- Sureya Re’dê 8

 

 


 


 

Leave a Comment