Tuesday 21 November 2017

PARÇEYÊ GOŞT YÊ YEK PARİ

This post is also available in: English, German, Albanian, Arabic, Bosnian, Turkish

Paşê Me ew dilop veguherand tişta daleqandî xwe digere.

Paşê tişta daleqandî xwe digere Me kir halê parçeyê goşt yê yek parî.

23- Sureya Mu’mînûnê 14

 

Qur’an dibêje; piştî merheleya “daleqandî xwe girtin”ê (alaqa) ku me di malzaroka dayikê de borandî, em merheleya “goştê yek parî” diborênin. Ev jî mucîzeyek din ya Qur’anê ye. Rastî jî embriyoya di malzarokê de hem ji ber biçûkbûnê hem jî ji ber hestî tunebûnê mîna gotê yek parî xuya dike. Ji bilî vê balkêşe ku – mîna ji wêne jî diyare- embriyo, merheleyek diyar ya zikê dayikê de xwediyê şikleke mîna li ser şopê didana hene ye. Ji ber vê di Qur’anê de gotina em merheleyek “goştê yek parî” diborênin, vegotinek mucîzeyî û zêde cih de ye.

Gotina “goştê yek parî” 22- Sureya Hecê di ayeta 5. de şiklê “ji parçeyê goştêk yek parî yê qismek diyar, qismek nediyar” afirandina me dibore. Rastî jî di vê merhelê de embriyo ji ber ku mezinahiyek qas bi çav re were dîtin diyar, qas detayên wê neyên dîtin nediyar e, bi gotina “qismek diyar, qismek nediyar” re di nava ahengê de ye. Ji beşên cuda yên laşê mirov beşên mîna ser, gewde, pî, lebatên hundir qava diyar dibin, ji ber ku qismek ne diyar e ji bo merhelê gotina “qismek diyar, qismek nediyar” zêde lêhatî ye.

Prof. Dr. Keîth Moore der heqê dewra di Qur’anê de wek “goştê yek parî” tê behskirin evan dibêje: “Gava me embriyoya vê devrê lêkola bi ecêbmayî em hînbûn ku ayet çi qest dike. Çimkî qava embriyo 28 rojane li ser emriyoyê şêweyek mîna tizbî çêdibe û dîmena van dişibe şopa didanan. Me modelek şplastîk ya embriyoyê ya vê dewrê çêkir û me ew cût ku şopê didana mînin ser. Dîmena derket holê, pîleyek derasayî dişibiya embriyoya me vê merhelê de lekolayî û şiklek xweşik rave dikir ku Qur’an çima wek “gotê yek parî” behsa embriyoya mirov dike.”

 

GAVA ROJA WÊ HAT GOŞTÊ YEK PARİ

Tenê hucreyek dibe parçe parçe lebatên cuda, vehûnên cuda pêktîne. Di merheleyek ya xulqê de hebûna me ya hinge “goştê yek parî”, gava roja wê tê bi hemû lebatan, vehûnan, ‘îskelet, mejû, çavan, guhan re dê mirov çêbe. Em vê merheleya “yek parî” û halê dawiyê yê lebatên di laşê me de bifikirin. Bi vî awayî emê çarek din bibin govanê xulqa xuda ya bêkusur.

Dê rojek were ev “goştê yek parî” bibe dil. Ew dil ku rojekî de navînî 10.000 hezar cara tavêje. Hem jî hayê me jê tuneyî, em ji bo dilê me bişixule nakevin di nava tu hewl danan de. Xwîna tê dil ya pakij û ya girêj tekilhev nabe, belavbûna xwînê ya ji laş re pêwîst şikleke têkûz rêve diçe. Guhik û malikên dil ewrengiyên xulqê ne. Xebata organîze ya demara xwînber û mexanî bi dil re, di têkûziyek û kompleksiyek wisa de ye ku dibe mijara sedan rûpel nivîs…

Dê rojek were ev “goştê yek parî” bibe pişa reş. Ew pişa reş ku 400a zêde peywirên wê hene. Ev parçeyê biçûk yê goşt, tiştên hemû laboratuvarên dinyayê nekarin çêkin bêşaşî, agahiya me jê tuneyî, ji bom e çêdike…

Roj tê ev “goştê yek parî” dibe lemlatên laşê me dipêçin. Ji xwarin xwarinê heya bezê, meşe, runiştinê, keninê hemû hereketên me saya lemlatên me ye. Lemlat koordinasyonek têkilhev re dixebitin. Ji bo hereketa hesan xuya dike mînak ji bo kênînê 17 lemlat di heman demê de dişuxulin…

Mejûyê me, destên me, piyên me, rûviyên me, gurçikên me, sîstema hilmija me, xwîna me… hemû di despêkê de merheleya “goştê yek parî” me di serî de behskirî diborênin. Digel pêşiya wê merheleya “yek dilop” ancax bi mîkroskopan re tê dîtin û merheleyên din diborênin. Di dawiyê de laşê me yê têkûz, ku ji bo vegotina wê cildan ansîklopedî têrê nake, tê afirandin. Qur’an bang dike me, ku em van lêkolênin û li ser van xulqan bifikirin. Ayetên Qur’anê yên der heqê îbadetê jî xwediyê cihek girîng in û li ser van zehf nîqaş hatine kirin. Halbûkî hejmara ayetên Qur’anê yen der heqê fikirînê ji hejmara yên der heqê îbadetê şiklî zêdene, welê jî li ser van hindiktir hatiye fikirîn û zêde nehatine rojevê.

 

6-Gelî mirov, tişta dijê Rabbê te yê destvekirî te dixapîne çiye?

7-Wî tu afirandî, di nava pergalekî de şikl da te û xist halek biaheng.

8-Çi şiklî dixwaze tu afirandî.

82- Sureya İnfîtarê 6-8

 

 

 


 

Leave a Comment