Tuesday 21 November 2017

PALPIŞTÊN DI NÛVEYÊN MISIRAN Û CENDEKÊ FİRAVUN DE

This post is also available in: English, Albanian, Turkish

Musa got ku:

Gelî Fîravun! “Bi rastî jî ez ji Rabbê Alema qasidek im.”

7-Sureya A’rafê 104

 

Gotin ku: “Me tasa avê ya Melîk (hikumdar) windakir”

12- Sureya Yûsufê 72

 

Lêkolînên li ser Misirê hatîn çêkirin, tiştên der heqê Fîravunan de hatîn hînbûyîn, nivîsên hiyeroglîf yên hatîn dahûrandin; piştgiriyê didin vegotinên Qur’anê yên der heqê Misir û Fîravunan ên di metelokên Hz. Musa de, zerafeta vegotina Qur’anê de û ahenga bi doneyên dîrokî re datîne holê. Qur’an, wek “melîk” behsa hikumdarê Misirê yê demê Hz. Yusuf dike. Melîk, di Erebî de tê wateya hikumar, qral. Lê hikumdarê Misirê yê demê Hz. Musa wek “Fîravun” tê binavkirin. Encyclopedîa Brîtannîca, karanîna peyva Fîravun wisa vedibêje: “Ji zimanê Misirê per-a’o: mala mezin, ya rast di Misira kevin de navê serayê bû. Ancax ji qraliya nû pê ve (Jixanedana 18. dest pê dike: BM 1539-1292) heya xanedana 12. (BM 945-730) wek navnasa rêzdariyê hat karanîn. Pişre guherî bû navnasa qral. Lê beriya wê qet nehatibû karanîn.”

Mîna tê dîtin hikumdarê Misirê yê di dewrê Hz. Musa de wek “Fîravun”, demê kevintir yê di dewrê Hz. Yusuf de wek “Melîk” di nasandina Qur’anê de jî zerafetek heye.

Cardin di Brîtannîcayê de Fîravun wisa tê nasandin: “Fîravun, li rex xudayî hêza sêrê jî dihewanda. Marê di taca wî de agir iavêta dijminên wî, dikariya di qada şer de bikaribe hezaran dijminan. Wek yezdanek hêza wî têra her tiştî dike, her tiştî dizane, xwezayê kontrol dike, sedemê berdariyê jê bawer dikirin.” Çavkaniya herî girîng ya daxuyanên Brîtannîcayê agahiyên ji hîyeroglîfan hatîn destxistin in. Halbûkî divê newê jibîrkirin ku hîyeroglîf ji BM sedsala 3. ve hatibûn jibîrkirin û zehf paşê derketin holê. Yanî hîyeroglîfên 1000 sal beriya darxistina Qur’anê hatîn jibîrkirin, 1000 sal piştî darxistina Qur’anê hatine keşfkirin û dahûrândin.

Qur’anê, tiştên neqeba Fîravun û Hz. Musa de borîn dirêj û carna bi detayên di Tewratê de jî, di İncîlê de jî tuneyîn re vegotine. Vegotina der heqê maran, bal kişandina efsuniya wê dewrê, yezdaniya xwe îlan kirina Fîravun, hemû bi agahiyên ji hîyeroglîfên der heqê Fîravunan hatîn destxistin re biaheng in.

PAPİRUSA IPUWER AYETÊN QUR’ANÊ PESEND DİKE

Serê sedsala 19. Misirê papîrusek ji dewra Qraltiya Navîn mayî hat dîtin. Paşê birin Muzeye Holandayê ya Leîdenê û ji aliyê A. H. Gordîner ve di sala 1909an de hat wergerandin. Tevahiya papîrusê hûn dikarin di pirtûka bi navê “Admonîtîons of an Egyptîan from a heîratîc papyrus în Leîden” de bibînin. Papîrus, bobelatên mîna xela, ziwayî yên Misirê û

Misirê reva koleyan vedibêje (Em zen dikin ku ev zaroyên Simeîlin). Tê fêmkirin ku nivîskarê papîrusê Ipuwer bûye govanê bûyeran. Em çendek rêz ji vê papîrusê bi ayetên Qur’anê re muqayese bikin.

 

Papîrusa Ipuwer -Leîdon 344:

 

10: 3-6 Jêra Misir mehf bû. Tevahiya serayê ma bêkar. Hemû tiştên bixwedî: genim, ce, qaz û masî

6-3 Bi vî awayî hemû derî çandin mehf bû.

2:10 Çem bû xwin

2: 5-6 Bobelatan her derî pêça. Hemû der bû xwîn.

3: 2 Zêr û lapîs, lazulî, zîv û malachîte, carnelîan û bronz… Hemû di stuyê koleyan de.

 

Qur’an-î Kerîm:

 

Xanedana Fîravun ji bo şîret bîstînin bisalan Me mehkumê

ziwayî û xelaya mehsûlan kir.

7-Sureya A’rafê 130

 

Me palpiştên cuda cuda yên mîna tofan, kuleh, hûrmêş, beq û xwînê rêkirin li ser wan.

Cardin jî qurebûn û bûn civakek gunehkar.

7-Sureya A’rafê 133

 

57-Li ser vê Me ew ji baxçeyên wan û ji çemên wan derxistin.

58-Ji xezneyên wan û ji meqamên bilind jî.

59-Aha bi vî awayî; me ji van re zaroyên İsraîl kirin paşmakgir.

26-Sureya Şû’erayê 57-59

 

Daxuyanên ayetên Qur’anê bi bobelatên xela û yê din re cezakirina Firavun û derdora wî vegotinên Papîrusa Ipuwer re di nava ahengê de ne. Qur’an, ji xanedana Fîravun re, wel palpişta xeletiya înkara Hz. Musa dibêje xwîn wek belayekî hat rêkirin (Ji bo zêde bûna hûrmêş, kuleh û yên manendê van jî heman tişt tê gotin.) Di Papîrusa Ipuwer de jî xwîn bûna çeman û hemû derî tê vegotin. Vî şiklî daxuyan kirina bûyera “xwîn bunê” wek tiştek hişwer xuya dike. Encama lêkolînên heya îro hatîn çêkirin hatiye fêmkirin ku; sorbûna di dîmena xwîn bûnê protozoa, zooplankton,

planktonên ava şêrîn û şor .an jî dînoflagellates dikarine bibin sedem. Ji ber ku ewan hemû dê oksîjena avê gilas

bikin û dê bibin sedemê çêkirina toksînên ji bo candaran jehr, ev jî dibin sedemê kar neaîna avên çeman û tunebûna candariya di çeman de.

Lêkolînerên mijarê ji bo pêkhatina bobeletên Qur’an vedibêje senaryoyek bi vî awayî mimkun dibînin: “Dema Çemê Nîlê dibe jehr masî dimirin û Misirî ji madeyek girîng ya xwarinê dimînin bêpar. Vê demê hêkê beqan jî ji aliyê masiyan ve nayin xwarin û beq zehf zêde dibin hemû derî îstîla dikin. Lê paşê ev jî jehr dibin û dimirin. Mirina masiyan û beqan, li rex jehra Nîlê erdên bihasil jî jehr dike. Digel xilasbûna neslê beqan dibe sedemê zêdebûna kuleh û kêzikên mîna bizûzên genim…”

Elbet ku ev vegotin senaryoyên xeyalî ne. Em ne ewlene ku vegotinên Qur’anê bi vî şiklî pêk hatine an nehatine, der heqê vê tu palpiştên me tune. Lê ev senaryoya xeyalî der heqê bûyerên Qur’anê vegotîn dikare di zihnê me de kulekekî veke.

Papîrusa Ipuwer di her rewşê de vegotinên mîna; belaya xwînê, xela û gelek bobelatên îsabetê xanedana Firavun kirîn, hin mirovên xanedana Firavun wek kole didîtin paşê bûne maşmakgirê wan Qur’an datîne holê ku ev hemû di ayetê Qur’anê de hene.

 

CENDEKÊ FIRAVUN: PALPIŞTA ZAROKATÎ JÊ BÊAGAH

 

90- Û Me zaroyên İsraîl ji behrê borand in. Digel Firavun û artêşa wî bi harî û bi dijminiyê re ket pey wan. Nêzikê xeniqînê got: “Min bawerî anî ku ji bilî Xudayê zaroyên İsraîl bawer dikin Xuda tune, ez jî ji misilmana me.”

91-Niha? Pêşiya niha te serî hildabû û tu bûbî ji berhevdaniyan.

92-Emê îro laşê te xilas bikin ku bila ji kesên piştî te re bibe palpişt. Rastî jî piraniya mirovan ji palpiştên me bêxeber in.

10-Sureya Yûnusê 90-92

Firavun gava teqez fêm kiriye ku dê bimire gotiye ez bawer dikim, ez misliman im. (Di Qur’anê de tê gotin ku, hemû Pêxemberên Xuda darxistîn “Mislimantî” vegotine. Peyva “Misilmantî” yê di Tirkî de şikleke çewt tenê kesên bawerî bi Pexemberê me anîn re hatiye sînor kirin.) Lê Xuda, vê baweriya Firavunê teqez dizane dê bimire nepejirîne. Li rex vê, di Qur’anê de îşaret dike ku, cendekê Firavun ji bo mirovên paşê werin bibe palpişt dê were xef kirin. Di dewrê Pêxemberê me de, heta di sedsalên pêş de îmkan tune bû ku were texmîn kirin dê hişmendiyek wek kevnarxanevanî pêşve here, cendekên mirovan yê hezaran salî xiranebûyîn, hem jî yê Firavunan dê werin dîtin. Hem ev îfadeya Qur’anê mucîzeyekî pêk tîne, hem jî bi vê îfadeyê re kirpandina ligel van mucîzeyên eşkere yên Qur’anê bêagahiya piraniya mirovan ji van jî girîng e. Ma ev tabloya em bi çavên xwe dibînin ne raste? Bi rastî jî palpiştên Xuda zehfin û bi rastî jî piraniya mirovan ji van bêagah in.

Dewrê Qur’an hatî, di Geliyê Qralan de yê kêleka Çemê Nîlê cendekê hemû Firavunan şikleke hatî mûmyakirin xef bû. Ev cendek, îro wek parçeyên herî qimet yên kevnarxanevaniyê tên xef kirin. Keşfa van mûmyayan ancax sedsala 19. mimkun bû. Firavunê di Qur’anê de behsê tê kirin em nizanin kîjan e, lê ev Firavun kîjan be bila ew be, îro di Salona Mûmyayên Qralan yaKevnarxayeya Kahîreyê de ye û ziyaretvana re vekirî ye. (Tê texmîn kirin ku dewrê Hz. Musa jiyayî zêdetir dişibe dewrê Ramsesê II. an jî lawê wî Merneptah. Di laşê Merneptah de şopa derbin kujer hene. Tê texmîn kirin ku, ev derb çaxê ev Firavun di behrê de xeniqî çêbûne, piştî ev Firavun di behrê de xeniqî cendekê wî beravê daye, Misiriyan mîna Firavunên din mûmya kiribûn. Doneyên dîrokî yên destê me de têrê nakin ku em bizanibin ev Firavun çawa miriye. Lê navbera mirina Firavûn ya Qur’an behs dike û cê cendekê de tu nakokî nehatine dîtin.)

Di Geliyê Qralan de cendekên Firavunan piştî 3000 sala hatin keşfkirin (di salên 1881 û 1898an de). Ji ber ku Qur’anê gotiyê dê cendekê Firavun bibe palpişt li gor vê hêviya dîtina cendekê Firavun ma ne tiştek xwezayî ye? Belê çi bû? Mîna hemû demî, tişta pêwîst cardin bû… Cendek hat dîtin… Tam piştî xewa 3000 salî… Belê, pêşbîniya Qur’anê ya “piraniya mirovan ji palpiştên me bêxeber in” çi bû? Vê jî, hem di vê mijarê de, hem jî di mijarên din de pisan ji derdora xwe bipirsin û biceribênin… Gelo piraniya mirovan ji palpiştên Xuda ci qas agahdar in?

 

 

 

 

 

Leave a Comment