Wednesday 19 June 2019

MUCİZEYÊN PAL DIDIN ARKEOLOJIYÊ Û CIVAKA SEBE

This post is also available in: English

Ma li serzemîn nagerin ku bibînin çi hatiye

serê yên pêşiya xwe?

12-Sureya Yûsufê 109

Me di pirtûka xwe de herî zêde cih da mucîzeyên Qur’anê yên qada zanistên siruştî. Sê beşên beriya vê her çiqas dewrê Qur’an hatî darxistin danehevek felsefî tunebe jî me ji îşaretên der heqê mijarên felsefê re cuda kir. Ew her sê beş divê di piraniya pirtûkê de mîna kategoriyek cuda were nirxandin. Digel ev beş û beşa piştî vê wek bêşêk kategoriyek cuda werin nirxandin, emê li ser ahenga nûveyên arkeolojîk û agahiyên der heqê civakên kevin yên Qur’an behs dike bisekinin. Em bal dikişînin ku şêweya agahiyên arkeolojîk ji ya zanistên siruştê cuda ye û di vê qada rêjeya ketina xeletiyê zêde bilind de pêwiste ku mirov hişyar be. Mîna di ayeta me ji Qur’anê girtî de jî tê diyarkirin; divê em qewmên tune bûyîn lêkolin û îbretê ji wan bigirin. Di Qur’anê de tenê ji bo bibe hikayet behsa civakên borîn nayê kirin. Gava tiştên hatîn serê van civakan tên vegotin tê gotin ku divê em îbretê ji wan bigirin, aqilê xwe bişixulînin û palpiştan ji wan bistînin.

 

Ma ji wan re diyar nebûye ku pêşiya wan me çi qasî zêde gel birine helaqê? Li ser jiyangehên wan digerihin.

Bêguman di vê de ji bo kesên xwedî aqil palpişt hene.

20-Sureya Ta-Hayê 128

 

GELÊ SEBE Û ŞAPEYA BENDAVÊ (ARİM)

 

15- Rastî jî cihê Sebeyî rudiniştana palpişteke hebû. Aliyê wan yê rast û yê

çep du baxçe bûn. “Ji nîmetê Rabbe xwe bixwin, ji Wî re şukr bikin.

Bajarek xweşik û Rabbek bexşîner.”

16-Lê wan rû wergerand. Bi vî awayî Me jî ji wan re şapeya bendavê rêkir

û Me her du baxçeyê wan veguherandin baxçeyên têde fêkiyên wê qemîtok, seqawinê wê tûj û din av de hinek jî sedar heyî.

34-Sureya Sebe’yê 15-16

 

Agahiyên der heqê hin civakan di Qur’anê de tên vegotin em di Tewrat û İncîlê de jî dibînin. Digel dîroka bobelata şapeyê ya bi rabûna bendavê re pêkhatî ku di Qur’anê de tê vegotin ji ber ku salên piştî mîladê çêbûye, tenê di Qur’anê de behsa vê bûyera piştî tewrat û İncîlê tê kirin. Hûn dikarin bibin govan ku îfadeya me wek “şapeya bendavê” wergerandî gelek wergerande wek “şapeya arîmê” hatiye wergerandin. Di Erebî de peyva “arîm”ê te wateyên “bendav, best”ê. Her çi qas were zanîn ku peyva “arîm” tê wateya “bendav”ê jî sedemê wernegerandina vê peyvê fêm nekirina qesta ayetê ye. Erebiya vê peyvê “bendavekî, bestekî” îfade dike û ayet di encama hilweşîna bendavekî de zerara baxçeyên xweşik yên Sebeyiyan ditî vedibêjin. Hin ramangerên Qur’anê qesta vê ayetê ji lêkolana wateya vê peyvê derxistine. Ji van yek Mevdudî ye û wisa dibêje: “Mîna îfadeya ‘seylûl arîm’ ya di metnê de peyva ‘arîm’ ji peyva ‘arîmen’ ku tê wateya ‘bendav, best’ û di Erebiya başûr de tê karanîn, zêdebûye. Di xirbeyên kolanên Yemenê derketîn holê de ev peyv gelek caran di vê wateyê de hatiye karanîn. Mesela di kitabeyek dîroka wê PM 542 û 543 de ev peyv di wateya bendavê (best) de hatiye karanîn. Ev kitabe ji aliyê fermadarê Yemenê yê Etopyayî Ebrehe ve piştî temîra Bendava Marîbê hatiye nivîsandin. Nexwe ‘seylûl arîm’ tê wateya bobelata şapê ya piştî hilweşîna bestekî derdikevê holê.”

Paytexta welatê Sebe, ji ber pozîsyona biavantaj ya erdnîgariya têde bajarê gelek dewlemend Marîb bû. Paytex nêzikê Çemê Adhana bû û ji bo çêkirina bendavê di pozîsyonek lêhatî de bû. Di saya vê bendavê sebeyî gihaştine asteke zêde pêş ya xweşiyê. Paytext Marîb, ji bajarên herî pêş yên wê serdemê yek bû. Nivîskarê Yevnanî Plîny yê wê heremê geriyayî û gelek pesnê wan deran dide behsa heşînayiya heremê kiriye.

Bilindayiya vê bendava Marîbê 16 metre, firehiya wê 60 metre û dirêjiya wê jî 620 metre bû. Li gor hesaban bi saya vê bendavê qada hatî parastin 9.600 hektar e, ku 5.300 hektar li ser deşta başur digel 4.300 hektar j ili ser deşta bakûr bû. Aha îfadeya “du baxçe” ya di Qur’anê de, van baxçeyên wurşedar yên du geliyên cuda de îşaret dike. Saya vê bendavê û tesîsên avdaniyê herem wek cihê Yemenê yê herî baş tê avdan û bihasil navdar bûye. Glaserê Awistiryayî û J. Holevyê Fransayî, bi belgeyên nivîskî re îspat kirin ku Bendava Marîbê ji dewrên zêde kevin ve heye. Di belgeyên bi zaravaya Hîmerê re hatîn nivîsandin de hatiye gotin ev bendav erdê vî welatî bihasil dike. Tê texmîn kirin ku dîroka hilweşîna bendavê PM sala 542ê ye. Bendava vê dîrokê hilweşiyayî, bûye sedemê şapeya (bendav) “arîmê” ku di Qur’anê de jî behsê tê kirin û baxçeyan zêde zerar dîtiye.

Arkeolog Werner Keller jî çawa di Qur’anê de behsê tê kirin şapeya (bendav) “arîmê” qebûl dike û wisa dinivîse: “Hebûna bendavek bi vî awayî û hilweşînê re xirabkirina bajar, mînakên Qur’anê jî berjeng dike.”

Di Qur’anê de dema em tiştên hatîn serê welatê Sebe dixwînin, ligel gelek nîmetan bobelatên tê serê civaka bêşukur û nankor em hîn dibin. Divê em hemû bizanibin xwediyê milk, afirînerê hemû nîmetan Xuda ye, divê em tim ji Xuda re şukur bikin û nebin mîna civaka Sebe:

 

Aha wisa! Me ewan ji ber nankoriya wan wisa cezakirin.

Ji bilî nankoran maEm Ceza didin tu kesî?

34- Sureya Sebe’yê 17



 

Leave a Comment