Thursday 27 July 2017

MERHELEYA GERDÛNÊ YA GAZ

This post is also available in: English, German, Albanian, Arabic, Bosnian, Turkish

11-Berê xwe da Gerdûna di halê dû (gaz) de jî, ji wê re û ruyêzemîn re me got: “Dilê xwe an jî bêyî dilê xwe verin.” Her duyan jî got: “Em bi dilê xwe hatin.”

41- Sureya Fussîletê 11

Hêj em derbasê vê îfadeya mucîzeyî ya Qur’anê nebiyin em der heqê wergera ayetê xaleke diyar bikin. Di serê gotarê de peyva me wek “jî” wergerandî, erebî peyva “summe” ye. Wateyê vê peyvê yên wek “yek jî”, “ji aliyê din ve” hebin jî wateya “paşdetir”, “di pey de” jî di xwe de dihebîne. Me di ayetê de wateya “yek jî”, “ji aliyê din ve” çêtir lêanî û ayet bi vî awayî wergerand. Digel erebiya di ayetê de peyva me wek “dû, gaz” wergerandî “duhan” e. Ji ayetê tê fêm kirin; Gêrdûn ji merheleyek halê gaz boriye û piştî bi îradeya Xuda, borîna vê merhelê Gerdûn û ruyêzemîn ji bo şiklê îro bigirin cuda cuda ji merhela borîne.

Em dizanin ku piştî teqîna mezin

(Bîg Bang); Dinya me, Tav, stêrk hema pêk nehatine. Gerdûn pêşiya stêrk pêk nehatîn di şikleke ewrê gaz de bû. Hêmana bingehîn ya vê ewra gaz, hîdrojenbû. Digel piştî hîdrojenê hêmana herî zêde helyumbû. Piştre asêbûn û tîrbûnên di vî ewrê gaz de pêkhatîn, stêrk û gerstêrk pêk anîn. Dinya, Tav, stêrkên em şev dibînin tim halên şiklê guherî yên vê ewra gazin. Îro ev kefş kirinên me bi encama îcat, çavnêrî û xebatên laboratuarî ye.

Muhamed Pêxemberê aliyeke bi peyvan re tacîz dikirana, aliyeke dixwestana bi şûr re bikujin di heman demê de pêwistiya bêşert bawer kirina Xuda vedigota; tevayiya zanyariya hemû mirovên wê deme ser hev têra gotina, Gerdûn pêşiya niha di şiklê gaz de bû, nakira. Ji xwe îdîaya Muhamed Pêxember jî; ez ne ji ber xwe diaxifim, ev gotinên afirînerê Gerdûn’ê ne.

49- Ev agahiyên bi lebatên sehekê, me piştre wehî kirîn re nayên têgihiştin. Pêşiya niha evan te jî civaka tejî nizanîna. Nexwe bêhnfireh be. Bêguman encam ya muteqîna ye. 11- Sureya Hûdê 49

 

GAZÊN FIRIKİN DÊ ROJEKE VEGUHERIN MANOLYAYAN

Em dibînin ku mucîzeyên Qur’anê yên zanistî tenê ne ji bo bila mucîzeyek pêk were, rastiya Qur’anê bila rojekî pêk were hatine gotin. Belê, bi van mucîzeyan re tê îspat kirin; ji aliyê Xuda ve Qur’an hatiye rêkirin, bi Qur’anê re tu pirtûk nikarin bikevin pêşbaziyê. Di heman demê de ayetên mucîzeyê pêk tînin agahiyên girîng jî didin; bal dikişîne di sernarînî û derasayiyên afirîna Xuda de. Tu ayetên Qur’anê agahiyek wek; “Dê rojeke serokek yê Amerîkayê navê wî Bush çêbe, kurê wî jî…” nade. Xala giring tenê ne agahiyek dewrê hatî daxistin nehata zanîn, şikleke mucîzeyî gotina Qur’anê ye. Di heman demê de ev ayet; der heqê huner, qudret, zanayiya Xuda de agahiyên girîng didin mirovan. Em Sureya Fussîletê ayeta 11. mînak bigirin, pêşiya 1400 sala bal kişandina Qur’anê li ser rewşa gerdûnê ya gaz girînge. Lê tenê bi teqîneke re, hemû hêman di şikleke tim fireh dibê de hawirek di Gerdûnê pêk tînê de, mehkûnmiya Gerdûn’ê ya rewşa gaz, li gor zagonên Xuda kirîn di hêmanê de ji vê gazê pêkanîna stêrk, gerstêrk, mirov, manolyayan jî ji bo derasayîtiya afirandina Xuda em fêm bikin babetên girîngin. Yanî dema em mucîzeyên Qur’anê birênin hem li gor asta agahiya wan salan mucizeyiya gotina van ayeta bifikirin hem jî wateya kûr di van ayeta de em paşçav nekin.

ZAGONÊN TÊKÛZ TÊN ŞIXULANDIN

Digel di destpêkê de ji rewşa gaz pêk anîna stêrkan em dibînin ku zagonên afirînê şikleke xweş tên şixulandin. Saya hêzekêşê di nava ewra gaz de racivîn pêktê, stêrk tên afirîn. Hêzekêş welê tên şixulandin ku stêrk pêk tên, lê hêzekêş kar heya dawiyê nabe, nake qulek reş. Axkêş bi vî awayî, pîvayî çi hereket dide kirin? Axkêş xwediyê quwetêk ewqas pejnkere ku, di vê de daherizînek hûr

 

pêk hatina şênbûniyê bêîmkan dike. Ev pîvan, ev hevseng, afirînereke hişdar nade nîşan? Hêzekêş; ne heyberek aqilî, hişdar û hişmende ku ew xwe dibe sedemê van pêkhatinên têkûz.

Isaac Newton’ê (1642-1724) axkêşê wek zagona Xuda daniye Gerdûnê dîtiye kesê yêkemîne ku axkêş keşf kiriye. Lê wî jî, gelek fizîkzanan jî di serî de borîna merhela gazê ya Gerdûnê nizanîna. Çi pêşiya Qur’anê çi jî hezar sala piştî Qur’anê… Piştî Newton fikra, Tav bi şidîna ewrê gaz re pêk hatiye, avêtin holê. Ewil Kant di vî alî de fikr avêtin pêş, piştre Laplace di pirtûka xwe ya bi navê “Raweya Pergalên Dinyayê” sala 1796an hatî çapkirin de avêt pêş; Tav bi encama şidîna hêzekêşa ewrên gaz re pêk hatiye. Xuda Tava me germ dike jî, behrên heşîn jî, notayên muzîkê jî, tama xwarinan jî ji vê ewra gaz ya di destpêkê de afirandiye.

Îcar ye dixwaze bila Wê (Qur’an) bifikire ji xwe re şîreta jê bigire.

80- Sureya Ebeseyê 12

 

 


 


 

Leave a Comment