Wednesday 20 September 2017

MENİ TÊKELEK E

This post is also available in: English, German, Albanian, Arabic, Bosnian, Turkish

Rastî jî Me mirov ji dilopek ava bitêkel afirand.

Em wî diceribênin. Ji ber vê Me ew kir kesek dibîne û dibihise.

76- Sureye İnsan 2

 

Bi saya keşfa mikroskopê û pêşve birina wê re bidetay dahûrana gelek lebatên laşê mirovan û gelek hêmanan mimkun bû. Bi saya van dahûranan hat fêmkirin ku, menî têkela hêmanên cuda yên navendên cuda hatîn çêkirin e. Menî; têkela toşpiyên mîna ji cokên sperma, ji kîsikên semînal, ji pirtiyên prostatê, girêdayê riya îdrarê pirtiyên mîna cooper û meryê tên avzêkirin e. Bidetay dahûrana şileya em dibêjin menî were çêkirin dê were dîtin ev şile ji gelek têkelên cuda yên mîna; sitrîk asît, prostoglondîn, flavîn, asîta askorbîk, ergotîoneîn, fruktoz, fosforîlkolîn, kolesterol, fosfolîpîd, fîbrînolîzîn, çinko, asît fosfataz, fosfaz, hiyalurînîdaz û sperman pêk tê.

Laşê me ji afirînên herî têkûz, herî delal û herî têkilhev yek e. Bi saya laşê xwe em dibînin, dibihîsin û pêdiviyê xwe tînin cih; bi saya meharetên laşê xwe em makîneyan, kompûteran, piran, balefiran, wêneyan, peykeran û muzîkan çêdikin. Ji merheleyên afirandina laşê me yek, afirandina hêmanên di têkela meniyê de ne. Piştre spermên têkela meniyê de, bi hucreya mê re têkilhev dibe û têkelek din pêk tîne, ev têkel di afirandina mirkov de dibe gavek nû. Em tenê coka spermekî an jî pirtiyê prostatekî bigirin dest jî afirandina van ya têkûz em nikarin sedan rûpela de vebêjin. Afirînerê me, em şileyek “bitêkel” afirandî ye û di pirtûka xwe ya şandî de bal kişandiye vê. Lêkolanên me yên vê “têkelê” û yên der heqê ev  “têkel” çawa, li ku deran pêkhatiye dê bibin sedemê zêdebûna heyraniya me ya Xuda şikleke têkûz afirandina laşê me.

Di serpêhatiya xwe ya têkelek bi şile re dest pê dike de rojekî em dibin xwediyê taybetmendiyên têkuz û kompleks ên mîna dîtin û bihîstinê. Di destpêkê de em çendek dilopên bêhiş in, paşê em dibin xwediyê taybetiyên mîna dîtin û bihîstinê, ev ewrengiyek wisa ye ku em nikarin bi peyvan re vebêjin. Tu mirovê aqilê xwe bişixulîne, afirandina xwe ya têkûz bi hostatiya vê “têkela” şile re an jî bi pêkhatinên bêhiş, kor, tesaduf re rave nake. Eşkere diyar e ku, yê ev pêkhatin afirandî, mîna Qur’an jî dibêje afirînerek qudreta wî bêdawî, ilma wî bêdawî, hişmend û têkûz e.

JI ŞILEYEK HINDIK XULQ

36- Ma mirov zen dike dê serberdayî were berdan?

37- Ma ev bixwe ji meniya hatî rijandin ne dilopek bû?

75- Sureya Qiyametê 36-37

Qur’an dibêje: Xudayê mirov ev qas têkûz afirandî, ne mimkune mirov biafirîne û serberdayî bedre. Piştî ayeta 36. vê îfade dike di ayeta 37. de, îfade dike ku di destpêkê de mirov di nava meniyê de dilopek bû. Di vê ayetê de jî em leqayê agahiyeke di dewrê Pêxemberê me de gihiştina wê bêîmkan têne. Di ayeta 37. de “menî” û peyva me wek “nutfe” wergerandî ji hev hatine cudakirin. Peyva “nutfe”, ji bo îfadeya dema dolikek vale bibe ava dimîne binî jî tê karanîn. Ev peyv şani dide, mirov ne ji tevahiya meniyê ji parçeyek di nav meniyê de hatiye afirandin. Meniya valabûnekî de derdikeve ji devre, li rex gelek hêmanên di nava xwe de navbera 100 milyon û 200 milyon sperm dihewîne. Digel hêka mê ji van spermên milyonan tên îfade kirin tenê yek dol dide. Yanî zîgota mirov pêk bîne, ne ji tevahiya meniyê, ancax çawa kû ayet jî îşaret dikeji parçeyek biçûk pêk tê.

Spermên di nava meniyê de xwediyê ser, stu, beşa navî û dûvekî ne. Sed milyonan sperm, piştî lebata nêr ya zayendî derdikevin bi dûvê xwe re avjeniyê dike û berê xwe dide hêka jinê. Mesafeya vê avjeniya di lebata jinê ya zayendî de li gor bejna sperma bi mîkrona re (1 mîkron di milyonê de yekê metreyekî ye) tê pîvan mesafeyek zêde dirêje. Ev mesafe li gor bejna mirov hinge kîlometreyan avjeniyê ye. Di vê rêvîtiya dirêj de gelek sperm dimirin û mêjerek hindik sperm digihîjin hêkê. Ji spermên dora hêkê dipêçin tenê yek dikeve hundir û hêk ketina spermên din re tê girtin. Aha nîvê agahiya genetîk ya mirov serê wî yê ji spermeke 5 mîkron mezintir hatiye bicihkirin. Digel nîvê din yê koda genetîk di nava hêka sperm gihîştî de, di laşê dayikê de amade disekine. Ev xulqandin hemû, bi şikleke zêde zirav eyarkirina gelek detayan re pêk tê. Afirînerê me, mîna her noqteya Gerdûnê, di merheleyên ewil yên xulqa me de jî sêwirana xwe ya derasayî tîne ber çavan.


 

 

 

 

Leave a Comment