Saturday 08 December 2018

JI PUXTEYEKİ XULQ Û ZAYENDA ZAROKÊ

This post is also available in: English, German, Albanian, Arabic, Bosnian, Turkish

Paşê nîjada wî ji puxteya avek ji rêzê derxist holê.

32- Sureya Secdeyê 8

 

Rupelên pêş me dît bal tê kişandin li ser ji puxteya axê sfirandina mirov (23- Sureya Mu’mînûnê ayeta 12.). Peyva “sulale” ya ayeta me di wê beşê de lêkolayî dibore di ayeta 8. ya Sureya Secdeyê de jî dibore, vê carê ji puxteyek ya menî xulqa mirov tê kirpandin. Yanî mirov mîna puxteyek diyar ya axê hatî xulqîn, di merheleya menî de jî; ji vê meniyê ne şikleke tesaduf, ji puxteyek diyar ya menî tê xulqîn. Kurtasî, bi peyva “nutfe” re bal tê kişandin ku mirov ji qısmek hindik ya menî hatiye afirandin, bi peyva “sulale” re bal tê kişandin ku mirov ji puxteyek diyar ya menî hatiye afirandin.

Rastî jî sperm, mîna pêşiya niha jî me diyar kirî hem qismek ya menîyê ye, hem jî hêmana bingeh ya meniyê ye. digel di nava sperman de sperma hêkê dol dike, hem hinge sed milyona behrik ya sperman tê îfade kirin qismek hindik e, hem jî sobekarê herî jêhatî ye di vê rêveçûna dirêj de ji milyonan sperman dibore û digihîje hedefê. Di encamê de, em hemû sperma herî jêhatî ne. Her mirov di jiyanê de gavên xwe yê ewil peşbaziya avjeniyê de ji sed milyonan borînê re tavêje. Hebûn girêdayê di vê pêşbaziya zehmet de yekemîn xilaskirinê ye. Ji ber ku ew kesên niha vê nivîsê dixwînin em hene, dêmek ku em hemû di jiyana xwe de carek be jî ji sedan milyonan borîne û di peşbaziyê de bûne yekemîn. Em hemû “sulale” ne; yanî puxteyek bijere ne, bi saya spermek bijare hene. Di van pêkhatinan de ji bo kesên aqilê xwe bişixulînin çiqas îbretên mezin hene!

 

57- Me hûn afirandin. Ma hûn cardin jî teqeze nakin?

58- We meniya we herikandî dît?

59- Wan hûn diafirênin, an afirînerê wan Em in?

56- Sureya Waqî’eyê 57-59

 

DIYARKIRINA ZAYENDÊ

45- Rastî jî Wî, wek nêr û mê her du cot afirandine.

46- Ji dilopek meniya tê herikandin.

53- Sureya Necmê 45-46

 

İro jî em dibin govan ku, hin mêr an jî malbatên mêra, jina ji bo zarokek kur neda wan lome dikin. Ev bûyer encama agahiyek çewt ya zen dike zayenda zarokê jin diyar dikê ye. Her çiqas derdorên zanistê nekevin vê xeletiya gel dikeviyê jî, zanistê jî heya demek nêz zen dikir ku zayenda zarokê alîkariya hêka ji dayikê tê û sperma bav tê pêk tê. Halbûkî peşiya demek nêz zanistê keşfkir ku zayenda zarokê sperm diyar dike.

Hedîsek derew di pirtûkek du sed sala piştî wefata Pêxemberê me hatî nivîsandin de, dide nîşan ku wê dewrê zayenda mirovan çi awayî dihat fêmkirin. Hedîsa derew wisa ye: “Ava mêr spî ye. digel ava jinê zer e. Her du tevlîhev dibin û ger meniya mêr bikeve ser meniya jînê zarok dibe kur. Ger meniya jinê bikeve ser meniya mêr zarok dibe keç.” Qur’an, piştî afirandina zayenda mirovan diyar dike, bi ayetan re jî vê îşaret dike. Ev jî mucîzeyek ya Qur’anê ye.

Her hucreya mirov de 46 heb kromozon hene. Şîfreya genetîk ya mirovan, di van 46 heb kromozonan de ye. Du heb ji van kromozonan yê zayendê ne. Kromozonên mêra wek XY, kromozonên jina wek XX tên pênaskirin. Di jinan de wextê hêkkirinê kromozon dibin du parçe û her kromozonê de kromozona X ê heye. Digel mêran de hin sperm kromozona X ê hin sperm kromozona Y ê hildigirin. Kromozona X ê ya mêr kromozona X ê ya di hêka jinê de têkilhev bibin zarok dibe keç, kromozona X ê ya mêr kromozona Y ê ya di hêka jinê de têkilhev bibin zarok dibe kur. Bi vî awayî kur an jî keç bûna zarokê girêdayê ji sperman hatina kromozonên X an jî Y yê ye. xebatên biyolojîk yên di vê mijarê de berdewam in.

Ev agahiya Qur’anê pêşiya 1400 sala îşaret kirî heya demek nêz nahata zanîn. Dîrok, bûyerên mîna, 8. Henryê sedem ku keçek anî ji dev jina xwe Catherîneyê berdanê re tijî ye. Ev agahiya Qur’anê îşaret kirî li rex mucîzeyekî îroniyekî jî hildigir. Sedan sala ji ber zayenda zarokan li jinan lome hatiye kirin. Keşfa zanistê hem mucîze derxist holê, hem jî ji bo sedemek bêmantiq zilma li jinan hatî kirin anî ber çavan.

 

QAYÎMIYA MALZAROKA DAYIKÊ

 

20- Ma Me hûn avek ji rêzê neafirand in?

21- Û paşê danî cihek qayîm.

22- Heya demek tê zanîn.

77- Sureya Murselatê 20-22

 

Di ayeta 21. de şêweya qayîm û sexlem ya malzaroka dayikê hatiye îşaret kirin. Malzarok, ji ber ku tam di nîvê valehiya hestiyê kodikê yê jinê de ye, cihek ewle hatiye bicihkirin. Di mêr de lebatek pêşmiqabilê vê tune. Malzarok xwediyê diwarek qayîm ji lemlata hatî çêkirin û nava wê vale ye. di şiklê hirmiyê de ye. Di jinek gihîştî de dirêjiya wê heşt, firehiya wê penc, bilindiya wê du santîmetre û nîv e. Malzarok di serî de biçûk e lê dawiya hemîletiyê de qederekî fireh dibe. Wextên asayî giraniya malzarokê pêncih gram e. Dawiya hemîletiyê de ji hezar gramê dibore. Li gor zaroka têde heya pênc hezar gramê jî derdikeve. Ev tê wateya sed qat zêde bûna giraniya malzarokê.

Di laşê mirov de lebata ev qas lez mezin dibe û diguhere tenê malzarok e. Malzarok bi lemlatê xwe yên gur û stûr re, bi xulgîna xwe ya taybet re zaroka di nava xwe de ji derba û neyînîtiya diparêze. Ji hemû merheleyan perîşan sax borîna mirov saya qayîmiya malzarokê ye. ji bo embriyoyê cihê herî sexlem, cihê herî lêhatî malzaroka dayikê ye. Lêkolana me ya sexlem afirîna malzarokê ku Qur’anê jî bal kişandiye, ji merheleyên ewil yê xulqîna me palpişteke ya hemû tişt eyarkirina mîhrîvaniya Xuda ye.

 

Bi navê Xudayê bexşende, bişefqet re.

  1. 1-Sureya Fatîheyê 1


 


 

 



 

 

Leave a Comment