Wednesday 20 September 2017

İŞARETÊN JI TEVRATÊ – JI AHİTA KEVIN

This post is also available in: English, German, Albanian, Turkish

Yên Me pirtûk dayîn wan, wê, mîna zarokên xwe nas dikin.

Ligel vê beşek ji van her çiqas rastiyê dizanin jî xef dikin.

2-Sureya Beqereyê 146

Di vê beşa pirtûka xwe de beşên em difikirin ku di Ahîta Kevin de Pêxemberê me, herema Pêxemberê me derketî û peyamên anîn îşaret dikin emê lêkolin. Ahîta Kevin, li rex Tevrata Hz. Musa û Harun re hatî, Zebura ji Hz. Dawid re hatî û rûpelên ji hinek Pêxemberê din re hatî jî dihewîne. Hûn dizanin ku qisma herî dirêj ya pirtûka me mucîzeyên Qur’anê yên der heqê zanistên xwezayî (mîna fizîk, kimya, jeolojî, biyolojî,) pêk tînin. Piştî van mucîzeyan mijarên felsefeyî yên me di çendek beşan de lêkolayîn kotegoriyek cuda, çendek beşên pal didin lêkolînên arkeolojîk jî wek kategoriyek cuda me lekolan. Di heman şiklî de ev beşa pirtûka me ya îşaretên Ahîta Kevin dihewîne û digel beşa piştî vê ku îşaretên ji İncîlê dihewîne jî em dikerine wek kategoriyek cuda bifikirin. Di kategoriyekî de daxuyanên zanistên xwezayî pal didin ceribandin û çavnêriyê, di kategoriyekî de pal didin spekulasyonan, di kategoriyekî de pal didin doneyên dîrokî yê pediviya van lêkolînên bidetay heyî hene. Digel di van her du beşan de îşaretên Ahîta Kevin û İncîlê yên pediviya van nirxandinên kitekît heyî hene. Qur’an dibêje ku, Cihûyan cihê û wateya peyvan guherandinê re dînê xwe xirakirine. Ji ber vê îşaretên der heqê Pêxemberê me, Cihûyan xwestine ku wateya wan biguherînin. Bi vî awayî xwestine ku fêm kirina îzahên Pêxemberê me û dînê me bikin di şiklek zehmet de. Ayetên Qur’anê yên vê mijarê îşaret dikin wisa ne:

 

Qismek ji cihûyan cihê peyvan diguherînin

û ziman tewandin, zivirandinê re…

4-Sureya Nîsayê 46

 

Ewan peyvên di cih de berevajî dikin û

dibêjin: “Vê bidin we bistînin, ger nedin îhtiyat bikin”…

5-Sureya Maîdeyê 41

 

Alimên dîn yên Cihû dixebitin ku dînê me înkar bikin, wateyên çewt didin îşaretên di Ahîta Kevin de yên der heqê dînê me de. Ev kirû ji dewrê Pêxemberê me heya niha tê. Di ayeta me serê vê beşê nivîsandî de tê gotin ku; qismek yên me pirtûk dayîn wan (cihû, xiristiyan), ligel Pêxembiritiya Pêxemberê me fê dikin jî rastiyê xef dikin. Cardin di Qur’anê de tê îfade kirin ku, Tevrat û İncîl Pêxemberê me îşaret dike. Tişta dikeve ser milê me di encama lêkolîna Ahîta Kevin û Ahîta Nû de em îşaretên heyîn bibînin. Van her du beşan de daxuyanên Ahîta Kevin û Ahîta nû ku em texmim dikin Pêxemberê me îşaret dikin emê pêşkeşî we bikin.

 

HEMÛ PÊXEMBERAN İSLAM VEGOTIYE

Gur’an tevahiya Pêxemberan ku ji dewrê Hz. Adem ve wek misliman (tê wateya “yê İslam”) dide nasîn. Peyva “Misilman” teslîm bûna me ya Xuda, ji bilî vê aştî û ewlehiyê îfade dike. Li gor qeneeta alimên ziman yên Samî gihaştîn, peyva “şalom” ya İbrabkî, peyvên Erebî “İslam” (“selam” jî ji heman kokê tê) hemû, ji koka yek û heman di Samîkî de, yanî ji peyva “şlama” çêdibin û xwediyê heman wateyê ne. Di Tirkîde em îfadeyên “Misilman” û “İslam” xelet tenê ji bo kesên bawerî Pêxemberê me anîn kar tînin. Evan peyv şikleke wateya van tengbûyî ketine di nava Tirkî de. Halbûkî evan peyv, kesên bawerî hemû dînên Xuda rêkirîn têne îfade dikin. Di Ahîta Kevin de em wisa leqayê van têgînên Qur’anê kar anîn tên:

Ger tişta Pêxemberê bi selamet re (bi İslamê re) hatî dibêje derkeve

dê were fêmkirin ku ew bi rastî jî Pêxemberê Rabbê wî şandi ye.

Ahîta Kevin – Yeremya-28, 9

Ev peyva me di wergerê de wek “bi Selamet re” wergerandî di zimanê orjînal yê Ahîta Kevin de me dît ku bi “İslam”ê re tê heman wateyê. Wek dîrokî kesên piştî Hz. Musa hatî û gotîn 1-Hebûna Xuda, 2- Ji bilî Xuda tu kesî nehebînin, 3-Tesdîqa tevahiya Pêxemberan, 4-baweriya roja axiretê, 5-Parastina exlagê xweş; li hemberê dizî û kuştinê sekinîn û lêrênîna kesên qels û sêwî dibêjin ji du Pêxemberan yek Hz. İsa, yê din jî Pêxemberê me Hz. Muhemmed e. İfadeya di Ahîta Kevin de dibore dibêje ku; derketina gotinên Pêxemberekî û bi İslamê re hatina wî Pêxemberî, rastîbûna Wî Pêxemberî dide nîşan. Di encama gotinên Pêxemberê me de milyaran mirov ji Xuda hez kirirne, bawerî qudret û bêdawiya Xuda anîne; digel rastiyagotinên pirtûka Xuda dayî Pêxemberê me, bi pêşveçûna dîrokê û pêşveçûna zanistê re hatiye fêm kirin. Lê tu derê Ahîta Kevin de daxuyanek der heqê piştî Hz. Musa nehatina Pêxember tune. Rastibîna Pexemberiya Hz. Muhemmed kesek baweriyê Ahîta Kevin binê, tenê ji vê îfadeyê jî dikare fêm bike. Di Ahîta Kevin de şertê bi selamet re (İslam) hatina Pêxemberekî hebe jî navê “İslam”ê herî zêde bi Hz. Muhemmed re yekpare dibe.

 

İŞARETA Jİ NAVE MUHEMMED

6-Rabbê me yê serdestê hemû tiştî dibêje ku; “Carek din, dem kêm e û Ezê asiman û erdê, behr û bejê bihejîn im.”

7-Dibêje; “Û Ezê hemû gelan bihejîn im û dê Hîdamasa hemû gelan were û Ezê vê perestgehê bişan, bişeref tijî bikim.”

8-Rabbê me yê serdestê hemû tiştî dibêje ku; “Zîv jî zêr jî yê min in.”

9-Rabbê tariyan dibêje ku; “Navdengiya vê mala min ya dawî dê ji ya ewil mezintir be.” Rabbê tariyan dibêje; “Ezê li vê derê Selam (Şalom) bidim.”

Ahîta Kevin-Haggay-2, 6-9.

Peyva “Hîmada” ya metna orjînal ya di Haggay 7ê de dibore, bi navê “Muhemmed” ê di Erebî de dibore re ji heman kokê ye yanî ji koka “H-D-M” tê û wateya wan nêzê hev e. Bi vî awayî navê Hz. Muhemmed an jî peyva wateya navê Wî dide, li rex bûyerak bihişmet dê dahatûyê pêk were tê yad kirin. Hatina Hz. Muhemmed piştî Ahîta Kevine û hebûna Xuda ji milyaran re belav dike ji vê biheşmetir çi heye? Me dît ku; peyva “şalom” ya di Haggay 9ê de dibore bi “İslam”ê re tê heman wateyê û ji heman kokê tên. Peyva “hîmada” di wateya “tiştên qimet” de wergerandine Tirkî ji ber vê kesên İbrankiya Ahîta Kevin nerênin vê zerafetê nikarin bibînin.

 

PÊXEMBÊRÊ MİNA MUSA

18-Ji bo ewan ji nava birayên wan Ezê Pêxemberekî mîna te derêxim. Û Ezê gotinên xwe bêxin di devê wî de. Û hemû tiştên Ez jê re ferman dikim dê ji wan re bibêje.

19-Û dê were dîtin ku; Kesê guh nede gotinên navê Mim tên gotin Ezê ciza bikim.

Ahîta Kevin-Tesniy-18, 18-19

 

Di beşa Tesniye ya Tevratê de îşaretê demên pêş de hatina Pêxemberekî tê kirin. Li gor Xiristiyanan ev îfade Hz. İsa îşaret dike. Gelek aliyan ve ji Hz. İsa zêdetir Pexemberê me dişibe Hz. Musa li gor vê mimkune ku bi vê îfadeyê re Pêxemberê me jî hatibe qestkirin. Belku jî hem Hz. İsa, hem jî Hz. Muhemmed îşaret dike. Ya rast Xuda dizane.

Sedem ku Hz. İsa ji zaroyên İsraîl ye bi ayetê re çêtir lêhatî ye. Lê encama lêkolînên zanistî jî dide nîşan ku, zaroyên İsraîl û Ereb ji kalên hevpar tên yanî civakên bira ne. Ji Zanîngeha Tucson Arîzona Mîchael Hammer û ji Zanîngeha İsraîl çendek hempîşeyên wî 18 beşên kromozoma Y yê ya di 1371 kesan de lêkolan. Di nava van mirovên ji 29 civakên cuda tên de heft Cihû (Ewrûpa): Latîn, Efrîkaya Bakur, Kurd, Irakî, İranî, Yemenî û Etiyopî; pênc Ereb: Filîstînî, Lubnanî, Sûriyeyî, İsraîlî, Suudî û 16 komên ne Samî hebûn. Xebatê derxist holê ku Ereb û Cihûyên ji heremên cuda hatîn xizmên xêzin. Ev xebat doneyek zanistî bi baweriya Hz. İbrahîm hem kalê hevpar yê zaroyên İsraîlan hem jî yê Ereba ye re di nava ahengê de ye.

Ger em bizivirin îfadeya beşa Tesniyeyê ya di Tevratê de, hûn gelek aliyên Hz. Muhemmed yên ji Hz. İsa zêdetir dişibin Hz. Musa dikarin şanî bidin. Tê zanîn ku, Hz. Musa jî Hz. Muhamed jî di nava jiyana xwe de di nava civaka xwe de serweriyek ava kirine, avaniyek pêk anîne. Ancax piştî wefata Hz. İsa Xiristiyanan karîn avaniyek bi vî awayî pêk bînin. Ji bo kesên mîna me dizanin ku Pêxember peyamên hevpar tînin, zehmete em bibêjin ji Hz. İsa û Hz. Muhemmed kîjan zêdetir li vê ayetê tê. Dêr bi baweriya teslîs (sêcare) re Hz. İsa mîna Xuda dibîne, sedem vê gotina ev îfadeya di beşa Tesniyê de ji Pexemberê me zêdetir li Hz. İsa tê jî nakokiyek mezin e. Çimkî, dêr Hz. İsa mîna Xuda dibînin û dibêjin ku tevahiya mirovan ji ber gunehên xwe mirine bi vê gotinê re Hz. İsa ji Pêxemberên din dikin cihek cuda. Xiristiyanek vê şêwazê bipejirîne ne mimkune bibêje; Hz. İsa ji Hz. Muhemmed zêdetir dişibe Hz. Musa.

Ji bilî vê em dixwazin taybetî bal bikişînin îfadeyek di Tesniya 18 û 19ê de: Te kirpandin ku, “Ev Pêxemberê were dê bi navê Xuda re gotinan bibêje.” Ji taybetmendiyên di pirtûkên din de tuneyî û herî balkêş yê Qur’ana ji Pêxemberê me re hatî yek jî ev e ku; her sure (ji 114 sureyan 113) bi Besmele re yanî “Bîsmîllahîrrahmanîrrahîm” (Bi navê Xuda yê bişefqet, bimerhemet re) dest pê dike. Ev taybetiya Qur’ana ji Pêxemberê me re hatî, bi îfadeyên diyar dikin ku dê Xuda gotinên xwe bide Pêxemberê were û dê ew Pêxember gotinên xwe “bi navê Xuda re bibêje” re ahengek mezin pêk tînin.

 

İŞARETA CIHÊ DERKETINA PÊXEMBERÊ ME

1-Û Xuda pêşiya mirina zilamê xwe Musa, duaya xêr ya ji zaroyên İsraîl re xwendî ev e.

2-Û got: “Efendiyê me ji Sînayê hat. Û ewan re ji Seîrê derket. Ji çiyayê Paran beriqî.”

Û ji nava deh hezaran miqedesan hat. Ji bo ewan di destê wî yê rast de agirek bipêt hebû.

Ahîta Kevin-Tesniye-33, 1-2

Pêşiya mirina wî bi rastî jî duaya Hz. Musa balkêş e. Cihê ewil yê di vê îfadeyê de dibore Çiyayê Sîna, herema Hz. Musa derketî ye. Cihê duyemîn Seîr e, ev jî cihê Hz. İsa derketî ye. Digel cihê sêyemîn cihê Pêxemberê me Hz. Muhemmed derketî îfade dike ev jî Çiyayê Paran e. Bi vî awayî Hz. Musa bi tiştên di duaya xwe de gotîn re; sê dînen ku Xuda rêkirîn, di dahatûya mirovahiyê de şikleke belav dê werin pejirandin û baweriya yek Xuda ji mirovan re anîn tên yad kirin. Ev îfade di heman demê de palpişte ku, Tevrat Hz. İsa û Hz.Muhemmed ku piş wê tên pesend dike.

Çawa ku Qur’an di dawiyê de Pêxemberên din; Hz. Musa û Hz. Pesend dike, Tevrat jî vê di serî de çêdike. Di Tesniye 33-2yê de hatiye gotin ku, Pêxemberê me dê ji nava deh hezaran were, heca Pexemberê me dijiya deh hezaran kesan jê bawer dikir, ev jî bi gotinê re temamî biaheng e.

 

EVDÊ BİJARE JI GELÊ KEDARÊ, DÊ SENEMAN BIŞKİNE

Vegotinên der heqê dahatûyê yên di beşa İşaya 42 ya Ahîta Kevin de diborin ku me jêr dane bi Pêxemberê me re ahengeke mezin didin nîşan. Jiyana Hz. Muhemmed rastî jî hem bi tune kirina seneman re (8), hem hêca sax li serzemîn serdest bûyîn û edalet pêk anînê re (3 û 4), hem ji ruh (Cebraîl) wehî standinê re (1), hem exlaqê bilind re (2 û 3), hem ji mirovan re bûyîna ronahiyê û baş kirina dilên kor re (6 û 7), hem wehiyek mîna Qur’anê ji mirovan re ilankirin (10), hem jî bûna endamê civaka ji neslê Kedarê ya kurê Hz. İbrahîm kurê Hz. İsmaîl (11) wan beşên ji Ahîta Kevin re ahengiyê dide nîşan:

 

1-Aha we ewdê min yê min bijartî ku ez jê re dibim alîkar, dilê min jê ewle. Min ruhê xwe (Cebraîl) danî ser wî. Dê ji bo gelan edaletê derêxe holê.

2-Dê bi kîran bang nede. Dê di kolanê de dengê xwe bilind neke.

3-Dê qamîşê perçiqî neşkîne û dê fitîla pêt venemirine. Bisedaqet dê edaletê bîne.

4-Heya edaletê bîne li serzemîn dê wêrekiya xwe winda neke û gelên beravê benda zagonên wî ne.

5-Rabbê me yê asîman afirandî, ewan belav kirî, serzemîn û mehsûlên xwe raxistî, nefes dayî mirovên li Dinyayê dijîn, ruh dayî ewan Xudayê me dibêje ku:

6-Ez Rabbim. Min bi rastiyê re bangkir te. Ezê destê te bigirim, te biparêzim, Ezê te bikim ji gel re peyman û ji neteweyan re ronahî.

7-Vî awayî ku tu çavên kor vekî, girtiyên zindanan de û kesên di tariya gitîgehê de dijîn azad bikî.

8-Ez Rabbê te me. Navê min ev e. Ez rumeta xwe nahêlim ji yekî din re, pesnên xwe nahêlim ji seneman re.

9-Temaşe bikin tiştên min pêşiya niha dizanîna çêbûn. Niha ez yê nû daxuyan dikim, hêca ev derneketîn holê ez ji hewe re îlan dikim.

10-Gelî kesên derdikevin behran û her tiştê di behran de. Berav û gelên beravê. Ji Rabbê xwe re qesîdeyeke nû bibêjin. Çar aliyê dinyayê Wî bi awazan re meth bikin.

11-Çol û bajarên wê, gundên Kendar rudinin bila dengê xwe bilind bikin. Yên Selayê rudinin bila nehwiran bikin, bila ji lûtkeyê çiyan biqîrin.

Ahîta Kevin-İşaya-42, 1-11


Kesên wan beşên di İşaya de bixwînin, dê bi Hz. Muhemmed re ahenga van vegotinan fêm bikin. Gotina ev bûyer dê demek pêş çêbin (9) jî girîng e. Dêmek ku ev mizgînî wextê Hz. Musa û pêşiya wê derneketiya holê. Berdewama beşa 42. ya İşaya di 17ê de, balkêşe ku behsa şermkirina senemperestan tê kirin. Bi lêkolînek baldar re di Ahîta Kevin de gelek îşaret dikarine werin dîtin. Gotinên Qur’anê û Pêxemberiya Hz. Muhammed ji embriyolojîyê heya astronomiyê, ji jeolojiyê heya arkeolojiyê gelek şaxên xanistiyê pesend dikin û alîkariyê didin îşaretên Ahîta Kevin jî.

 

70-Gelî bawermendên Pirtûka Pîroz! Ligel hûn dibin govan jî,

çima hûn palpiştên Xuda înkar dikin?

71- Gelî bawermendên Pirtûka Pîroz! Çima hûn rastiyê bi derewan re dipêçin

û bi zanebûn rastiyê xef dikin?

3-Sureya Alî İmranê 70-71

 

 

 

 

 

Leave a Comment