Thursday 27 July 2017

DI SÊ TARIYAN DE XULQİN

This post is also available in: English, German, Albanian, Arabic, Bosnian, Turkish

We di zikên dayikên we de sê tariyan de

ji xulqekî borandina xulqek din re diafirîne.

39- Sureye Zumer 6

Cenîna di zikê dayikê de heyberek zêde hestyar e. Ger cenîn ne xwediyê parêztinek taybet bûya; germ, sar, guherînên germiyê, derb, hereketên dayikê yên lez an dê zerarek mezin bidana cenînê, an jî dê cenîn bikuştana. Sê heremên di zikê dayikê de, cenînê ji van gefên derve diparêze. Ev herem evan in:

1-Diwarê zik

2-Dîwarê malzarokê

3-Kîsikê amniyon

Herem û dewra Qur’an hatî darxistin, em leqayê mijûlayiyek zanistî yê der heqê embriyolojiyê nayin. Nexwe îşareta Qur’anê ya sê tariyên di zikê dayikê de em çawa dikarin rave bikin? Bêguman derfeta me tine ku em vê îfadê bi asta agahiya dewrê Qur’an hatî darxistin re ravebikin.

Cenîn di bin parêzgeriya van sê tebeqeyan de cihek reştarî hêdî hêdî ragihana xwe didomîne. Kîsikê amniyonê bi şileyek paqij û herkoyî re tijî ye. Ev şile mîna balgivek parêzger hejan dimije; pestoyê hevseng dike, asteng dibe tovila amniyonê bizeliqe embriyoyê û birehetî zivirîna cenîna di nava malzarokê de eyar dike. Ger cenînê bi saya vê şileyê birehetî hereket nekira, dê biminiya mîna kutleyek goşt, ji ber ku mehan dê maniya ser aliyekî dê laş bibûya birîn û gelek komplîkasyon ê derketana holê. Wekhev germbûna her aliyê cenînê jî girîng e. Saya germiyê wekhev belavkirina şileyê ji devre germî çibe bila ew be her aliyê cenînê xwediyê 31°C germiyê ye. afirînerê me her merhelê de her tişt şikleke zirav eyarkiriye, di nav tariyan de her pêdiviya me daye, laşê me ji zerarên dinyaya derve parastiye.

 

JI XULQÊ BORİNA XULQÊ

Hin kesên gotine ku, ev ayet zikê dayikê de di merheleya xulqa me de 3 hawirên cuda an jî 3 merheleyên xulqê yên cuda em di nav de îşaret dikin jî çêbûne. Li gor vê 3 tarî wisane:

1-Boriya Follopê: piştî sperm û hêk têkilhev dibin di boriya follopê de pêşve diçin. Zîgota boriya follapê de pêşve diçe piştî demekî dabeş dibe û zêde dibe.

2-Herema di Diwarê Malzarokê de: Di vê heremê de merheleya peşiya niha jî em li ser sekinîn daleqandî xwe girtin (alaka) çêdibe.

3-Kîsikê Amniyonê: Kîsikê li dora cenînê ye û nava wê tijî şileyek taybet e. Qismek mezin ya gihanê li wê derê dibore.

Gava ji devre lê tê nêrin tê zenkirin ku tu cudahiya van cihên tarî tûne. Halbûkî em bikaribin van cihan de bigerihin, emê hingê îdrak bikin ku ev cihên cuda ne. Cihê tarî yê yekemîn, li gor hucreyê dişibe serdabek dew û tarî. Digel cihê tarî yê duyemîn, dişibe daristanek reştarî û bêronahî. Digel cihê  tarî yê sêyemîn, dişibe binê behrekî  bêronahî. Mîna tê dîtin wek tebeqeyên di nava hev de cihên tarî 3 qatin, cihên tarî yên rêz tên borîn jî 3 hebin. Xuda dizane ayet ji van her du daxuyanan yekî an her duyan îşaret dike. (Em di vê qenaetê de ne ku ayet qetîna sê libî ya ewil me çêkirî îşaret dike.) Di gihana van cihên tarî de merheleyên jê hatin borîn balkêşe ku di pirtûkêk zanistî de jî wek 3 beşan hatine lêkolîn. Ev sê merhele wisa ne:

  1. Merheleya Pre-embriyonîk: Ev merhele wek trîmesterê yekemîn tê binavkirin.Hucre gava zêde dibin şiklê 3 tebeqeyan organîze dibin, ev her du heftiyên ewil digire.

2. Merheleya embriyonîk: Ji tebeqeyê hucreyan lebatên bingeh derdikevin holê. Ev merhele wek trîmesterê duyemîn tê binavkirin. Navbera heftiya duyemîn û heftiya heştemîn digire.

3. Merheleya Fetal: Di vê merhelê de rû, dest, pî diyar dibin, dimena mirov ya devre derdikeve holê. Ev merhele wek trîmesterê sêyemîn tê binavkirin. Ji heftiya heştemîn heya zayînê digire.

Mîna ayet îşaret dike xulqa me, ji merheleyek ya xulqê borîna merheleya din ya xulqê re çêdibe. Taybetiya hevpar ya hemû merheleyan, her yekî de xuyabûna palpiştên xulqê ne. Agahiyên der heqê embriyolojiyê yên me beşên dawî yê di pirtûka xwe de dîtîn sedsalên dawî hatine destxistin. Pêşî û paşiya Qur’anê hezar sala ji bilî Qur’anê tu pirtûkan de hûn nikarin van agahiyan bibînin. Qur’an bala me dikişîne, hem xulqa bitêkel ya meniyê hem jî ji qismek hindik ya vê meniyê xulqa me. Qur’anê, gihana embriyoyê ya di malzaroka dayikê de ji şiklên distîne nav lêkirine: Mîna daleqandî xwe girtin (alak), goştê yek parî (mudxa). Bi vî awayî Qur’anê, ji şiklên cênîn distîne termînolojiyek jî pêkaniyê. Cardin cara ewil Qur’anê daniye holê, ewil hestî piştre lemlate hatine afirandin. Di dîroka hezaran sal de ji bilî Qur’anê pirtûkek din em nabînin ku bal kişandiye di nava sê tariyan de xulqê.

Ji bo em bikaribin agahiyeke zanistî bavêjin holê pêşiya her tiştî ewil pêdivî bingehekî heye. Li ser bigeheke holê agahî bilind dibin. Ji bilî vê ji bo agahiyên zanistî yên vî şiklî pêdivî mîkroskopên pêşveçûyî jî qemerayên mîkro jî heye. Tu kes nikare îdîa bike ku dewrê Qur’an hatî darxistin bingehek zanistî, mîkroskop, qemera hebûn. Mirovek biwicdan nikare bibêje ev agahî tesadufan pêkhatine.

 

An ewan bêtişt hatin afirandin:

An ew bixwe afirînerin?

52- Sureya Tûrê 35

 

Leave a Comment