Wednesday 20 September 2017

ÇEWTIYA TÊGIHİNA DİROKÊ YA RASTINİ Û PÊŞ XISTİNERİ

This post is also available in: English, Albanian, Arabic, Bosnian, Turkish

Ma ji bo dawiya kêsên pêşiya xwe bibînin li serzemîn nagerin?

Kêsên pêşiya van ji van zêdetir bûn, qewetir bûn û ji hêla berhemên li

serzemîn hêztir bûn. Lê tiştên qezenc kirîn ji van re tû feyde çênekir.

40- Sureya Mu’mînê 82

Hinek ayetên Qur’anê dêtînin holê ku, hin civakên rabirdûyê jiyayîn, xwediyê şaristaniyek ji civaka Pêxemberê me di nav de jiyayî bilintir in. Wek mînak di ayeta me lêkolayî de em dibînin ku hatiye gotin, ji hêla berhemên li serzemîn hêztir bûn. Bi taybetî salên ewil yên sedsala 19. “nêrîna dîrokî” di dinyaya ramanê de cihek girîng kar kiribû. Ev aliyê nêrînê taybetî li rex Hegel tê bilêv kirin. Hegel gotiye, rastî pevajoyek dîrokî ye, em rastiyê li gor kategoriyên daxuyanên dîrokî dikarin  fêm bikin. Tişta Hegel kirî hêla wate dayîna dîrokê, fêm kirina dîrokê û nirxandina wê ve qimet e. Lê Hegel dîrok nêzingahiyek, şikleke rastinî, pêvajoyektekemûlî, tim pêşve diçe daxuyan kirî ye. Em dikarine wate dayîna dîrokê, şîrove

kirinê teqdîr bikin, lê nêrîna dîrokê ya her merhelê ji merheleya pêş bilintir dibînê em nikarine bipejirênin.

Qur’ana tu mijarê de nakeve xeletiyê, di vê mijarê de jî neketiye xeletiyê. Qur’an dibêje ku, hin civakan ji civakên piştî xwe berhemên bilintir dane bi vê re jî piştgiriyê dide fêhmberiya dîrokê ya rastinî pêşketinxwazê. Di dewrek diyar ya dîrokê de hebûna pêşveçûnek rastinî mimkun e. Ji xwe pêşveçûna zanistî ya di sedsala 16. de dest pê kirî, heya sedsala 20. pêşveçûnek rastinî daniye holê. Lê em vê pêşveçûnê ji bo tevahiya dîrokê û ji bo her mijarê bibînin dê ev bibe xeletiyek mezin. Hegel serê sedsala 19. jiyaye, lê bawerke maye bin tesîra pêşveçûna ji sedsala 16. heya dewra xwe.

Bobelatên ev fêhmberiya dîrokê derxistîn holê ewqas zêdene ku, kesên li ser vê mijarê lêdikolin nikarine texmîn bikin. Di vê mijarê de ji mînakên herî diyar yek komunîzm e. Marks ev fêhmberiya dîrokê ya xelet ji Hegel standiye. Ji xwe di fikrên Marks de rola vê nêrîna dîrokê ya Hegelî zêde mezin e. Hegel dîrok şêweyek metafizîk nirxandiye, lê Marks şêweyek madî nêzê dîrokê bûye û navê daringperestiya dîrokî (meteryalîzm) daye fikrên xwe.

 

NÊRİNA DİROKÊ YA DI KOMUNİZMÊ DE

Marks îdîa dikir ku rêzikên zanistî yên dîrokê çareser kirine. Îfadeyek materyalîstan zêde dianiya ziman vî şiklî bû: “Dîrok li cem me ye.” Ev fêhmberî fêhmberiya rastinî pêşketinxwazê ye. (Kirpa Marks li amûrên hilberînê û aboriyê kirî, di fêhmberiya dinyayê de xwediyê cihek girîng e.) Li gor vê fêhmberiyê dê civak bi rêz merheleyên feodalîzm, kapîtalîzm, sosyalîzm û komunîzmê biborîne. Li gor vê fêhmberiya dîrokê he merheleya pêş ji ya mayî paş pêştir û qîmetir e. Bi vî awayî kesên komunîst merheleya dîrokê ya dawî û herî bilind hêj serî de dijiyana. Hem jî ev fêhmberiya dîrokê ya zanistî bû! Yanî kesên dijê komunîzmê disekinîna dibûna derezanist! Hilweşîna komunîzmê, bû îflasa nêrîna dîroka zanîstî ya marksîstan. Çimkî li gor van dîrok tim pêşve diçû û dê rokekî her kes bibûya komînîst. Fêhmberiya dîrokê ya rastinî pêşketinxwazê li gor nêrîna komunîzmê îflas kir, lê pirtûkên dibistana tên xwendin hêca di bin bandora vê fêhmberiyê de ne.

Di destê me de tu nûveyên zanistî tune, fikrên îdîa dikin ku mirov ewil wek zilamên şikeftan seretayî û bimû dijiyan, rast derêxe. Engelsê li rex Marks ji damezrînerên komunîzmê tê pejirandin jî di pirtûkên xwe de vê rewşê îtiraf dike; lê dibêje ku dema bi tesadufan re çêbûna miron hat pejirandin dê ev merheleyên dîrokî jî pêdivî werin pejirandin. Yanî vegotinên mirovên ewil mîna ziman nizanin, agir keşf nekirine û xêzkişanên mirovan zêde bimû, meymûnî didin nîşan ku sexte ne, mesûlên xeyalî ne, pişt nadin tu doneyên zanistî. Nûveyek zanistî ku der heqê îdîaya, mirov ewil nêçîrvan-komker bûn paşê hînê çandiniyê bûn jî tune. Lê gava fikra “dîrok di şêweyek rastinî pêşketinxwazê de ye” wek dogma hatiye pejirandin, şiklê xweyîbûnê yê herî hêsan nêçîrvanî û komkerî şikleke misoger wek menrheleya ewil ya mirovahiyê hatiye îlan kirin. Daxuyanên dîroka mirovahiyê li gor salên diyar şiklê fîlan serdema kevir, bêvan serdema kevir cuda dikin jî ji paldankên zanistî bêpar in. Kengê ji bo mirovahiyê bi vî awayî rêzandinên serdeman tên çêkirin, şikleke vê rêzandinê ser û bin bike amûrên, materyalên pêşveçûyî tên dîtin, lê yên tenezûl nakin pirtûkan serast bikin, van rêzandinên dîrokî yên xelet hînê zarokan dikin.

PİRAMİD, FEZAYİ Û AKUPUNKTÛR

Li gor fêhmberiya dîrokê ya rastinî pêşketinxwazê her merheleya dîroka mirovahiyê li gor merheleya pêşiya xwe serdest e. Di zihnê beşek girîng yê mirovahiyê de ev nêrîna xelet evqas cih girtiye ku; gava taybetiyên serdest yên di mîmariya pîramîdan de hatine keşfkirin, aliyê kesên fêhmberiya dîrokê ya xelet dipejirînin ve nehatiye fêm kirin ku ev çawa çêdibe. Ji ber vê bawerke pirsa “Ma pîramîd fezayiyan çêkirine?” me hemûyan bihîstiye. Wek mînak, hecma piramîda Keopsê digihîje 2.515.000 m3 ê, 147 m bilindî, 230 m dirêjiya zemîna wê heye û xwediyê sêwiranek zêde taybet e. Ji bo çêkirina vê avahiyê pêdivî şeş milyon kuç heye; derxistin, barkirin, hilweşîn û şikleke sedan sala mîne ser piya honandina van kuça tiştek derasayî ye. Zihnên fêmberiya dîrokê ya xelet re tijî, nikarin bigihîjin vê encama hêsan ya şiklê “Dêmek ku, Misirî di mîmariyê de zêde pêşve çûne”. Halbûkî dewrên pêşiya darxistina Qur’anê, berhemên serdest hatine pêkanîn, di mîmariyê de avaniyên zêde xweş înşa bûne, kesê ayetên Qur’anê bixwîne de şikleke hêsan vê bibîne. Ayetek din ku vê îşaret dike wisa ye:

 

Ewan ji xwe qewetir bûn, serzemîn ser û bîn kirine û

tiştên ji van re hatîn ava kirin zêdetir tişt ava kirine.

30- Sureya Rûmê 9

 

Akupunktura Çînê hatî bi pêşxistin dide nîşan ku mirov dewrek yê dîrokê, cihek yê dinyayê ji şiklê em zen dikî zêdetir xwediyê agahiyên anatomîk bûn. Akupunktur ancax zanîna sîstema tûreyên laş û bilavbûna elektirîka di laş de dikare were îcat kirin. Ji bo vê ji bilî zanîna cihê lebatan pêdivî li agahiyek bidetay ya der heqê sîstema tûreyên di laş de jî heye. Kesê di her qadê de ji şêweya dîrokê ya rastinî pêşketinxwazê bawer dike îfadeya “Dêmek ku agahiya anatomiyê ya Çînîyan ji ya me zêde bû…” napejirîne. Di encama vê de kesên pişr hemû tiştî fezayiyan û ufoyan digerin, vê keşfa mirovahiyê jî dê wek ya fezayiyan nişan bidin.

Mîna pêşiya niha jî me gotî fêm kirin û wate dayîna dîrokê xebatek hêja ye. Lê bi fêhmberiyek rastinî pêşketinxwazê re şîrove kirina hemû dewr û heremên dîrokê xeletiyek zêde mezin û belavbûyî ye. Ev fêhmberiya dîrokê binyada nêrînên kesayetiya mirova tune dihesibîne. Tê zanîn ku beşên rastgir yên van nêrînên dewletê berz dibînin dibin sedemê faşîzmê, digel beşên çepgir jî dibin sedemê komunizmê. Ev bergeha kesayetiya mirov li dewletê dide pelixandin, dewletê di xizmeta mirov de, wek avaniyek mirov çêkirî nabîne; mirov wek xizmetkarê dewletê û hêmanek di nava dewletê de windabûyî dibîne, bûye sedemê gelek êşên mirovahî dikişîne. Ji kesên geşedana felsefeya dîrokê temaşe dikin re dibe ku gotinên me bifişal werin. Lê em dikarine bibêjin nêzikayiyên wî avayî aliyê rast bûne sedemê derketina Hîtler, digel aliyê çep bûne sedemê derketina Marks. Li gor nêzikayiyên bi vî awayî dîrok teqez diçe armancê. Li gor kesên di vê fêhmberiyê de, xebatên mirovan ên baş an jî yên xirab bandorê li xêzek geşedanî an jî xêzek paş ve dibe ya dîrokê nakin. Dewlet di dîrokê de rolê digire ser xwe û dawiya dîrok diçe misoger e. hêmana mirov di vê vegotinê de winda ye.

Halbûkî Qur’an dibêje ku, xebatên mirovan di aqûbeta civakê de rol dileyzin, gelek civak, endamên civakan ji ber xebatên xwe yên xirab tune bûne, berhemên bilind ji holê rabûne. Ev nêrîn, mirov di bagera dîrokê de bûna pelekî xilas dike.

Rast e, di demek diyar ya dîrokê de mirovahiyê xêzek tim pêş ve diçe, rastinî pêşketinxwazê şopandî ye. Lê tevahiya dîrokê re ragihandina vê fikrê xelet e. Mîna pêşiya niha jî me gotibû ji bo navbera sedsalê 16.-20. dibe ku ev hukm rast be, lê em vê mantiqê ji bo 2-3 hezar salê dîrokê bipejirênin emê xeletiyeke mezin bikin. Ji bilî wê her heremê Dinyayê mîna heman pêvajoya pêşveçûnê taqîb dike şanîdan jî xeletiyek mezin e. Mîna “Berî mîladê filan sedsal bêvan dewrê kevir bû…” gelemperîkirin jî xeletiyek e. Sedemên mîna di heman serdemê de cudahiyên mezin ên navbera civakan, kêmasiya ragihandinê, ji ber sedemên siyasî û çandî her cihê Dinyayê wek mînak nedîtina geşedana civakan; her herema Dinyayê, di heman demê de, heman pêşveçûn şanî nedaye. Em bifikirin ku ji sedsala em dijîn hezar sal diborin û tenê bi kolanên arkeolojîk re her heqê zemanê me hukm tên dayîn: Yek bajarê Amerîka New Yorkê û yek jî di qebîleyek ya Afrîkayê leqeyê nûveya tê û van nûveya ji bo mirovahiyê gelemperî dike. Dê yekî bigota mirovahî ji falan serdema kevir paş ve çûye dê yê din bigota mirovahî gihaştiye astek teknolojîk û zêde pêş…

Ji bilî vê ev şaşî berhemên mirovahiyê yên qadên mîna ragihan, huner, bijîşkî, endezyarî, anahîsazî, exlaq û çandinî ji hev cihê dike heman şehînê. Fikrên pêş yên beşek diyar, divê hemû beşên din jî neke di nava xwe de. Ji ber vê gava dîrok pêşve diherike; dibe ku mirovahî hin mijaran de pêş, hin mijaran de jî paş here. Çareserî ev e ku: emê her mehsûla mirovahiyê cuda cuda nêzikahiyeke dahûranî bigirin dest, cuda cuda binirxînin; emê xwe ji bihêsanî û gelemperî kirina teoriyên dîrokî yên mîna rastinî, pêşketinxwaz xilas bikin.

 

POZİTİVİZM Û DİN

Fêhmberiya dîrokê ya rastinî pêşketinxwazê herî zêde di qada dîn de daxuyanên muhtacê serastkirinê anîne ziman. Di vê qadê de mînakê herî girîng Auguste Comte ye. Comte, damezrînerê pozîtîvîzmê ye û salên neqeba 1798-1857an jiya ye. Comte dîrok wek merheleyan cuda kiriye û gotiye; dê mirov ji van merheleyan biborin û dawiyê wek sîstemek felsefî dê werin pozîtîvîzmê. Ev merhele rêzikî; 1- Merheleya Teolojîk, 2- Merheleya Metafizîk, 3- Merheleya pozîtîf e. Comte dibêje ku, merheleya teolojîk di serî de bi fetîşîzmê re dest pê dike, paşê xudayetiyê re dewam dike, dawiyê digihîje fikrê yek yezdaniyê. Digel merheleya dawî ya Comte behsê dike di pozîtîvîzmê de zanistiyê dike cihê dîn. Comte vê daxuyanê ji bo mehkum kirina hemû sîstemên felsefî, dînî yên pêşiya sîstema pozîtîvist ya xwe kar tîne. Bi vî awayî sîstemên din wek “sîstemên merheleyên dîrokî yên seretayî” digel sîstema xwe wek “merheleya herî dawî, herî têkûz” pêşkeş dike. Comte pêşve diçe û dixebite ku dînek pozîtîvîzt ava bike. Ev dînê ku teqlîda Xirîtiyaniyê; xwediyê teşkîlatek fireh yê dêrê,perestgehên pozîtîvîst, papazên pozîtîvîst e,

dêr bi peykerên dildara Comte Clotîlde De Veux re tên xemilandin û bi salnameya nû re wek dînê ji bo mirovahiyê herî îdeal tê pêşkêşkirin!

Tu belge û nûveyên zanistî ku piştgiriyê bidin hewla Comte ya dînên baweriyê Xudayekî tînin wek merheleyek diyar ya dîrokê şanî bidin tune. Halbûkî ev fikrên Comte yên tu paldankên van tuneyî heca mîna rastiyên zanistî di pirtûkan de cih digire. Di her merheleya dîrokê de baweriya yek Xuda heye. Lê li hemberê baweriya yek Xuda carna yên bawerî Heyv an jî Tavê anîn çêbûne, carna komunîst carna jî pozîtîvîst çêbûne. Fikrên din hemû dewrek ya dîrokê derdikevin holê dibin pelek ya dîrokê, lê baweriya yek Xuda her dewrê dîrokê heye.

Kesên bi nûveyên arkeolojîk re rêzandina dîrokî ya dînan nikarin çêkin, ji bo bikaribin vê rêzandinê çêkin metodek wisa pêşniyazkirin e: “Em di dinyayê de qebîleya herî seretayî bibînin, qebîleya herî seretayî kîjan be dînê vê dînê herî kevin e. Vê qebîleyê şikleke razber xwe parastî ye.” Qismek yên bawerî vê metoda pal nade rastiyeke zanistî anîn qewma baweriyê bûyerên xwezayê tînin qewma herî seretayî, dînê vê qewmê jî wek dînê ewil diyarkirin e. Digel kesên, Pîgmeyên baweriyê yek Xudayî tînin wek qebîleya herî seretayî pejirandîn jî gotine dînê ewil baweriya yek Xuda ye. (Çawa tê dîtin ku encamên bi vê metodê re tên gihîştin jî ji hev cuda ne.)

Li hemberê spekulasyonên rûbarî yên Comte, teoriyên Andrew Langê İskoçyayî û P. W. Schmidtê Elman ên di der heqê dînan de ku pal didin daxuyanên fireh û lêkolînên cidî layiqê lêkolînê ne. Li gor vê teoriya navê wê Monotîzmaya Destpêkê, piraniya dînên dinyayê şiklên xerabûyî û dejenerebûyî yên baweriya yek Xuda ne. Li gor Schmidt di serî de Xudakirina hêzên siruştê bêwate ye, çimkî ji bo mirov bikaribin hêzên siruştê bikin Xuda divê ewil xwediyê têgîna “yezdan” bin. Li gor Schmidt sedemê xerabûna dînên baweriyê yek Xuda tînin û derketina avaniyên pir yezdan ev e ku; mirovan şibandinên çêkirîn piştî demekî veguherandine wekhevîkirinê. Wek mînak, hinek mirovan şibandinên mîna “Xuda afirîner e, dişibe diyika min”, “Xuda bingeha her tiştî ye, dişibe axê” piştî demekî mîna dayik-yezdan, ax-yezdan hêzên siruştê veguherandine yezdana. Schmidt gotiye ku, dînên pir yezdan şiklê xerabûyî, dejenerebûyî yê dînên yek yezdanin, palpişteke ya vê jî ev e k udi hemû dînên pir yezdan de têgîna yezdanê ewil û herî bilind hatiye parastin.

Tê dîtin ku pevbestîna mantiqî ya Schmîdh ji ya Comte serdestir e. Comte îdîa dike ku merheleya wî ya pozîtîvîst merheleya dawî ye lê ji bo vê îdîayê em nikarine behsa pevbestînek mantiqî bikin. Di her rewşê de tenê ji nûveyên nivîskî ne mimkune werê fêmkirin dînê ewl kîjan e. Serdema dîrokê ya tê zanîn, dide nîşan ku baweriya yek Xuda bênavberî heye. Ev jî bi ayetê Qur’anê yên dibêjin tim qasid hatin rêkirin re tabloyek lêhatî detîne holê:

 

Her civak xwediyê qasidekîye.

10-Sureya Yûnusê 47


 

 

 

 

 

 

Leave a Comment